‘Polîtîkayên tenduristiyê zirarê dide Kobaniyan’
10:28
JINHA
RIHA - Bi deh hezaran welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatin Pirsûsê ji ber şertên zivistanê bi pirsgirêkên tenduristiyê re rû bi rû ne. Endamê Lijneya Rêveber ê Odeya Tabîban ê Êlihê Dr. Veysî Ayhan bang li raya giştî ya navneteweyî û NY'ê kir ku ji bo pêşiya pirsgirêkên tenduristiyê were girtin têkevin nava liv û tevgerê.
Bi deh hezaran welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatin Pirsûsê ji ber şertên zivistanê bi pirsgirêkên tenduristiyê re rû bi rû ne. Endamê Lijneya Rêveber ê Odeya Tabîban ê Êlihê Dr. Veysî Ayhan ê ku li konbajaran bi dildarî hekîmiyê dike diyar kir ku pirsgirêkên binesaziyê yên li konbajaran bên çareserkirin dê pêşiya gelek pirsgirêkên tendûrîstiyê dê bê girtin û wiha got: "Ji ber ku li konbajaran binesaziyeke baş tuneye pêşiya nexweşiyan girtin gelek zehmet e. Ji bo mirov neşxweş nebin û pêşiya nexweşiyan bê girtin divê berî her tiştî xwedî derfetên starbûn, xwedîbûn û geribûnê bin. Heye ev neyên afirandin pêşiya nexweşiyan girtin zor e. Li konbajaran bi taybet di zarokan de nexweşiyên weke enfeksiyon û zaturre tên dîtin. Heya niha li konbajaran di mijara yekîneyên tendûrîstiyê de ti pirsgirêk tunene. Lê raya giştî ya navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî (NY) divê demildest ji bo konbajarên Kobanê dest bi tevgerê bikin û pirsgirêkên binesazî û geribûnê çareser bikin."
Polîtîkayên tenduristiyê zirarê didin
Veysî anî ziman ku welatiyên ji Kobanê hatin bi awayeke rêk û pêk nayên derzîkirin û ji ber polîtîkayên tenduristiyê yên Tirkiyeyê Kobaniyên nexweş zirarên mezin dibînin û wiha axivî: "Midûriyeta Tenduristiyê ya Gel a Rihayê ji zarokên Kobanê yên li konbajar û mala dimînin piranî derziyên wan nekirine. Li Navenda Tenduristiyê ya Civakê ya Pirsûsê nedaxwaziyek heye û zarokên li Konbajarê Kader Ortakaya û malan dimînin nehatine aşîkirin. Divê demildest ji zarok û jinên ducanî re aşî bêkirin. Ji ber li Tirkiyeyê bi pergala performansê dixebitin tenduristvan naxwazin welatiyên me yên ji Kobanê tên darman bikin. Ji ber vê yêkê em weke endamên Odeya Tabîban a Êlihê bi 6 kesan re hatin vir û bi pirsgirêkên tenduristiyê re eleqedar dibin."
(zt)

