Kêmek maye hêzên rizgarkirinê bigihin Şengalê
10:42
JINHA
ŞENGAL - Gêrîlayên HPG, YJA-STAR û şervanên YBŞ’ê dest bi operasyona rizgarkirina Şengalê kirin.
Li gorî nûçeya RojNewsê gêrîllayên HPG, YJA-STAR û şervanê YBŞ’ê dest bi operasyona rizgarkirina Şengalê kirin. Li gor agahiyan hêzên derdora Şengalê girtine û çend kîlometre mane ku bikevin nava Şengalê. Li gor agahiyan, hêzên piştî rizgarkirina qezaya herî mezin a Şengalê Xanesorê, gundê Dahola yê girêdayî Xanesorê jî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgarkirin.
Hate ragihandin ku şervanên YJA-STAR/YPG’ê ji aliyê Rojava ve û hêzên YPJ/HPG û şervanên YBŞ’ê ji aliyê Başûrê Kurdistanê ve dest bi êrişa li dijî gundê Recbil Abid kirin. Gundê Recbil Abid gundekî Erebane û di navbera Rojava û bajarê Şengalê de ye.
(zt)

