'Li hemberî DAIŞ'ê pêwîste hemû gel werin ba hev'

10:46

 


JINHA


RIHA - Welatiya Tirkmen ya bi navê Fatma Suleyman ya piştî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê neçarma bi 5 zarokê xwe re were Pirsûsê. Hevserê Fatma Suleyman yê bi navê Hasan Nemîr ji bo cih û warê xwe bi parêze tevlî YPG'ê bû li hemberî çeteyên DAIŞ'ê şer dike. Suleyaman li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê banga yekgirtinê li hemû gelan kir.

Welatiya Tirkmen ya bi navê Fatma Suleyman ya piştî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê neçarma bi 5 zarokê xwe were li konbajara Arîn Mîrkan bi cihbibe. Hevserê Fatma Suleyman jî li Kobanê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê di çeperên berxwedanê de şer dike. Welatiya tirkmen a bi navê Fatma Suleyman diyar kir ku ne tenê kurd, bi hezaran tirkmen jî tevlîbûn. Çima gelê Tirkiyeyê vê yekê nabîne? Eger Kobanê biketa wê dor bihata bajarên Tirkiyeyê.

'2 bira di çeperan dene'

Hevserê Fatma Suleyman, Hasan Nemîr bi birayê xwe re di nav refên YPG'ê de li hemberî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin. Suleyman bilêv kir ku YPG hêviya xilasbûna tevahî gelane, 5 zarokên min hene ger ku ew tuneba ez jî ji qadê nedihatim minê li hemberî çetayan şer kiriba. Dayika min tirkmen a ji Dîlokê ye, bavê min jî Tirkmenê ji Helebê ye, ez weke jinek Tirkmen bi ser bilindim ku ez bi kurdekê re zewicîme. Kurd li wir ji bo hemû mirovahiyê têkoşînê dike.

(zt)