Ji 33 birîndarên Kobanê yên hatin binaçavkirin, 4 hatin girtin
10:53
JINHA
RIHA - Koordînasyona Krîzê ya Kobanê diyar kir ku ji meha Çile heta niha hejmara birîndar û refaqevanên Kobanê yên hatine binçavkirin 33 ye û niha 4 birîndar hê girtîne. Koordînasyonê bang li hikûmetê kir ku dest ji helwesta operasyonel a li dijî birîndaran berde.
Koordînasyona Krîzê ya Kobanê der barê binçavkirin û girtinên birîndarên Kobanê yên demên dawî de raporek hiqûqê amade kir. Di raporê de hat gotin ku ji meha Çile heta niha gelek birîndar hatine binçavkirin û her wiha der barê rewşa birîndaran de jî agahî dan.
Bi awayekî fermî hatin
Di raporê de hat gotin ku li dijî birîndar û refaqetvanên ku bi awayekî fermî ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê ketine Tirkiyeyê operasyonên binçavkirinê hatine destpêkirin û ev operasyon her ku diçe zêde dibin.
5 kes hatin girtin
Di raporê de hat gotin ku 4’ê kanûnê de birîndar û refaqetvanên li mala ku dihatin dermankirin û her wiha xwediyê xanî jî di nav de 10 kes di operasyonê de hatine binçavkirin, ji van 5 kes xwediyê malê Mustafa Çiçek, refaqetvan Nebî Tavukçu û Heybet Hasam û du birîndarên din ên dihatin dermankirin bi îdiaya endamtiya rêxitsinê hatine girtin.
Bi raporên sexte binçavkirin
Di raporê de hat gotin ku di 15’ê kanûnê de Emîne Mahmud a birîndar ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Balikligolê ya Rihayê dihat dermankirin hatiye binçavkirin.
Hat gotin ku di 16’ê kanûnê de jî 4 birîndarên ku li mala ku diman kontrola wan a tenduristiyê berdewam dikir, jî nav de bi giştî 16 kes hatine binçavkirin û piştî lêpirsînê hatine berdan. Her wiha di 18’ê Kanûnê de jî 4 birîndarên ku ji Rihayê sewqî Amedê dihatin kirin hatin binçavkirin û hat hînbûn ku kesekî birîna wî giran bû di bin çavan de ji ser hişê xwe çûye û li nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê kirine bin çavan û piştî lêpirsîna wan hatine berdan. Di raporê de hat gotin ku 2 birîndarên ku ji Rihayê sewqî Edeneyê kirine, li Osmaniyê hatine binçavkirin û lêpirsîna wan hê didome.
Di lêpirsînê de sedema girtinê nayê pirsîn
Di raporê de hat gotin birîndarên ku her çiqas bi îdîaya endamtiya rêxistinê tên bê girtin jî, pirsên di bin çavan de ji wan tên pirsîn ne der barê xebat û fîîlên rêxistinî de ne. Di raporê de hat gotin ku piştî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya ji ser Tirkiyeyê ev operasyon pêk hatine.
Hat gotin ku ev operasyona li dijî birîndaran e.
(zt)
