Parêzerên OHD'î dê 'nobeta dadê' bigirin

11:51

 


JINHA


RIHA - Serokê Giştî yê OHD'ê Firat Epozdemîr gotinê Wezîrê Tenduristiyê Mehmet Muezzînoglu "Birîndarê DAIŞ'ê be jî em ê derman bikin" bi bîr xist û pirsa " Baş e, wê demê çima dema endamên YPG'ê tê dermankirin hûn digirin û binçav dikin." Firat diyar kir ku ew ê li dijî van binçavkirinan li Pirsûsê "Nobeta dadê" bigirin. 

Di demên dawî de li hemberî kesên ku di berxwedana Kobanê de di encama êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de birîndar bûn û ji bo dermankirinê bi rêyên fermî danîn Pirsûsê operasyonên girtin û binçavkirinê didome. Di serê meha qanûnê de heyanî niha bi dehan birîndarê Kobanê hatin binçavkirin û rexmî rewşa 4 birîndar jî giran e hê jî girtîne. Parêzer û Serokê Giştî yê Komaleya Hiqûqnasên Azad Firat Epozdemîr diyar kir ku ev operasyonên li hemberî birîndaran helwestek der exlaqî û li dijî makeqanûnê ye. 

'Dijî peymana penaberan e ' 

Firat anî ziman ku divê li hemberî birîndaran helwestek wîjdanî û mirovî bê nîşandan û birîndarên ku ji bo dermankirinê tên Tirkiyeyê divê beriya her tiştî bêne dermankirin. Firat bilêv kir ku ev li gorî hevpeymana NY'î ya têkildarê penaber û li gorî rêgeza dewleta sosyal a 2'emîn maddeya makeqanûnê de tê pênasekirin û wiha berdewam kir: "Dermankirina YPG û YPJ'î yê ku di encama êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de birîndar bûne û ji bo dermankirinê anîne Tirkiyeyê wek ku ne helwestek mirovahiyê ye, li dijî hevpeymana navneteweyî û qanûn û makezagonê ye." 

'Hûn çima zehmetiyan derdixin?'

Firat gotinê Wezîrê Tenduristiyê Mehmet Muezzînoglu di daxuyaniya xwe ya 24'ê îlonê de ji bo birîndarên çeteyên DAIŞ'ê ku têne li Tirkiyeyê derman dibin gotibû "Birîndarê DAIŞ'ê be jî em ê derman bikin" bi bîr xist û wiha bertek da nîşan dan: " Niha em jî ji vê gotinê derdikevin rê û wiha dibêjin: Hûn çima dikarin birîndarên çeteyên DAIŞ'ê derman dikin, çima hûn li hemberî dermankirina birîndarên YPG û YPJ'ê astengiyan û zehmetiyan derdixin?" 

'Girtiyên birîndar jî ket ser girtiyên nexweş' 

Firat bi hinceta "gumanbarê maqul" birîndarên ji Kobanê girtina binçavan rexne kir û anî ziman ku di demên dawî de operasyonên li hemberî birîndaran zêde bûne. Bi vê ve pirsgirêka birîndarên girtî jî ket ser pirsgirêka nexweşên girtî yên li girtîgehên Tirkiyeyê û wiha axivî: "Mirov nikare biryara girtin û binçavkirina birîndarên YPG'ê û YPJ'ê fêm bikin. Yên ku têne binçavkirin û girtin birîndar in û ne endamên rêxistinek der rewayî ne. Gelo YPG û YPJ li dijî Tirkiyeyê şer dikin em nizanin. Wek hemû cîhanê jî qebûl kiriye YPG û YPJ ji bo parastina axa xwe li dijî çeteyên DAIŞ'ê ku ji aliyê hemû cîhanê ve wek rêxistinek hovane û teror tê qebûl kirin şer dikin. Ev rastiya ku ji aliyê cîhanê ve hatiye pejirandin Tirkiye jî neçare ku qebûl bike û YPG'ê û YPJ'ê rewa bibîne. Firat diyar kir ku ew ê li dijî operasyonên binçavkirina birîndarên YPG û YPJ'ê û dîsa bi armanca parastina mafên birîndaran bi tevî baroyên herêmê û komaleyên hiqûqê organîzasyonek ava kirine û dê li Pirsûsê " nobeta dadê" bigirin.

(zt)