Li ser sînor berxwedana Kobanê

11:58

 


JINHA


RIHA - Berxwedana li ser sînor bi çalakiya zincîra mirovan roj a 97'emîn ya berxwedana Kobanê silav kir. Çalakiya zarokên Kobanê jî tevlîbûn bi dirûşmên "Bijî berxwedana Kobanê" silav kir.

Berxwedana dîrokî ya şervanên YPG/YPJ'ê di roja 97'emîn de dewam dike. Berxwedêrên li ser sînor bi çalakiya zincîra mirovahiyê berxwedana Kobanê silav kir. Berxwedana nobetê ya li gundê Mehser û Misayneterê weke kevneşopiyekê bi sedan welatî hatin ba hev û dest bi çalakiya zincîra mirovahiyê kirin. Di çalakiyê de Komeleya Çiyayê Agiriyê ya Xwendekaran, bi tevlîbûna endamên DÎSK û KESK'ê pêk hat. Li qada çalakiyê posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên KCK'ê bi dirûşmên "Bijî berxwedana Kobanê" berxwedana dîrokî ya Kobanê hat silavkirin. Dîsa di çalkiyê de zarokên 2 û 5 salî yên Kobanê yê bi navê Alî Mahmut û Rojîn Sima tevlî çalakiyê bûn û bi dirûşman berxwedana YPG/YPJ'ê silav kirin.

(zt)