Ji girtiyan û xwendekaran zanîngehê ji bo Kobanê alîkariya bi wate
15:08
JINHA
RIHA - Girtiyên azadiyê yên siyasî li Tipa E ya Gumuşhaneyê tên girtin, bi armanca piştewaniya ji bo gelê ji Kobanê alîkariya ku di navbera xwe de berhev kiribûn şandin Pirsûsê. Her wiha Xwendekarên zaningeha Torosê ya Mêrsînê û Zanîngeha Bîlgiyê ya Stenbolê di nav xwe de 2 TIR sobe, pêlav, betanî, miqarne, beqlîyat û arvan dan hev û anîn teslîmî Koordînatorê Komîsyona Alîkariya Rojava û Kobanê Faruk Tatli kirin.
'Em bi vê xwedîderketina bêhempa pir kêfxweşin'
Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tipa E ya Gumuşhaneyê tên girtin, bi armanca piştewaniya ji bo gelê ji Kobanê alîkariya ku di navbera xwe de berhev kiribûn şandin Pirsûsê. Girtiyan di nav şert û mercên giran ê girtigehê de amûrên ku berhev kiribûn ên wekî betanî, cil û berg şandin depoya şaredariya Pirsûsê. Serokê DBP'a Pirsûsê Îsmaîl Şahîn ji ber vê alîkariya bi wate spasiyê xwe pêşkêşî girtiyan kir û wiha got: "Ev alîkariya pir bi wate ye. Gorî bê derfetiya û şert û mercên giran de hevalên me betaniyê xwe şandin. Em bi vê xwedîderketina bêhempa pîroz dikin û pir kêfxweşin. Li hemûderên Kurdistanê û Tirkiyeyê xwedîderketinek mezin heye. Em wek gelê Pirsûsê her tim li cem gelê Kobaniyanin."
Xwendekarên Zanîngeha Torosê û Bîlgiyê ji bo Kobanê alîkarî
Xwendekarên Zanîngeha Torosê ya Mêrsînê û Zanîngeha Bîlgiyê ya Stenbolê di nav xwe de 2 TIR sobe, pêlav, betanî,zexîre kom kirin û teslîmî Koordînatorê Komîsyona Alîkariya Rojava û Kobanê Faruk Tatli kirin. Xwendekarê bi navê Azad Dag destnîşan kir ku ji ber ku gelê Kobanê ji welatên xwe penaber bûne şev û roj dixebitin û wiha axivî: "Divê her kes li gelê Kobanê û Şengalê xwedî derbikevin. Em xwendekar me gorî derfetên xwe 16 ton alav anîn. Her kes çi ji destên wan tê bila bikin. Roj roja xwedî derketinê ye."
Koordînatorê Komîsyona Alîkariya Rojava û Kobanê Faruk Tatli jî anî ziman ku şert û mercên zivistanê her diçe dijwar dibe û wiha got: "Ev alikariyên xwendekaran girîng e. Wan jî bêderfetiyên xwe ew qas alav anîn. Ez dixwazim li ser navê koordînasyonê bangeawaziya pêdiviyên zarokan bikim. Bi taybetî niha pêdiviya me ji bo zarokan mama, biberon, dergûş û wek efada zarokan heye."
(kom/zt)

