Şîrîn Amedî : Dema li Îranê jinek bê dardakirin divê em nesekinin

12:58



Hazal PEKER – Hangul OZBEY – JINHA


HEWLÊR – Delegeya Başûr a Konferansa Netewî ya Şîrîn Amedî, destnîşan kir ku dema li Îranê jinek bê  îlankirin, divê jin nesekinin.  


2’yemîn Konferansa Netewî ya Jinên Kurd, di roja sêyemîn de jî, bi mijara ‘Modêla Birêxistinkirina Jinê’ destpê kir. Rûniştina yekemîn a konferansa ku li Salona Saed Ebdilla ya Hewlêrê tê lidarxistin, bi axaftinan destpê kir. Delegeya Leyla Zana ku di panelê de axivî, diyar kir ku di jiyanê de hedefek meriv tunebe, meriv dê li dîwarê kêleka xwe bikeve û wiha got: “Meriv bê hedef be, wek di valahiyê de be. Destpêka konferansê, bi keda gelek hevalan çêbû. Me got em bikin ku hemû aliyên siyasî, bêjin ku jin ji bo berjewendiyên gelê kurd têdikoşe. Me got em destpêkê bi naskirinê çêkin. Dema em hatin gel hev, me hinekî din ji hev fam kir ku pêwîstî bi çi heye. Ji ber ku ev rêxistin, a we tevan e. Gelek endamên vê komê jî dizanin ku me got em armancek bidin pêşiya gelê kurd”


Piştî axaftina Leyla, projeya bajarê jinan hat nasandin. Projeya, li ser 20 hezar donim erd tê pêkanîn.


Dardakirinên li Îranê


Şîrîn Amedî ku di panelê de axivî jî, daxwaza xwe ya ji bo ku ev bajêr zû bê avakirin, anî ziman. Şîrîn li ser girîngiya xebata bi rêk û pêk rawestiya. Şîrîn di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku komîteyek hatiye avakirin, dê ev komîte xebatên navnetewî jî pêk bîne. Şîrîn, balkişand ser dardakirinên li Îranê û got “Dema ku li Îranê jinek tê dardakirin, divê em nesekinin.”


Wêne - Kamera: Hazal PEKER - Hangül OZBEY


(ho/hp)