Ji bo sefk kirina girtiyên nexweş girtîgeh dibêje ‘ambulans nîne!’

09:22

 


Handan Tufan / JİNHA


İZMİR – Li Girtîgeha Jinan ya Şakranê girtiya nexweş Evrim Erdogdu ji ber nexweşiya astimê nikare li rîngê siwar bibe. Evrim ya ku hewil dide bi gelek nexweşiyan re li ber xwe bide, hewceya ku li nexweşxaneyek baş bê derman kirin lê di girtîgehê de bi hincetên weke ‘ambulans nayê’ wê bi rîngê sev dikin.


Li girtîgehên Tirkiyê her diçe rewşa girtiyên nexweş giran dibe. Li gel hemû zoriyên girtî têde dijîn jî tu guherînên zagonî nayên kirin. Yek ji girtiyên nexweş Evrim Erdogdu ya kul i Girtîgeha Jinan ya Şakranê dimîne ye. Evrim ji Doza Festîfala Mala Çandê ya Karkeran a Mamak ê bi hinceta “endama rêxistinê” ye di sala 2009’an de hat binçavkirin. Evrim 6 mehan di Girtîgeha Sergirtiya Sincanê de dimîne û paşê serbest tê berdan. Doza Evrim berdewam dikir. Di çarçoveya dozê de bi hincetên weke endama TKIP’ê bûye rastî 6 sal û nîvê hat û di 2’ê tîrmeha sala 2014’an de hat girtin.


‘Nexweşiya wê ya astimê wekedin tedawiya wê dide zorê’  


Dîdara Evrim Ayla Subaşi despêkê di girtîgeha Sincanê de mayîna Evrim bibîr xist û diyar kir ku ji ber şertên giran yên girtîgehê gelek nexweşî bi Evrim re derketine. Ayla da zanîn ku piştî ku Evrim ji girtîgeha Sincan êderket vêcarê jî bi hincetên cuda hat girtin û ew birin Girtîgeha Şakranê û wiha got: “Ji ber tedawîkirina nexweşiya dil çend caran serî li îdara girtîgehê da. Lê dema ku bi rîngê dibin nexweşxanê di rê de ji ber nexweşiya atimê kirîzê derbas dike. Ji ber derbaskirina qirîza astimê, li girtîgehê mudaxeleya despêkê ji bo astimê dike û cardin bêyî li dilê wê binêrin vedigerînin girtîgehê. Ji ber wê jî tedawiya dilê wê nayê kirin.”


‘Bi rîngê nikare biçe’


Ayla bilêv kir ku Evrim ji bo bi ambolansê bişînin nexweşxanê daxwazname nivîsiye jî lê cardin jî hincetan nîşan didin û wê bi rîngê dibin nexweşxanê û wiha domand: “Herî dawî bi rîngê ew ji bo tedawiyê şandine Nexweşxaneya Aliaga ya Dewletê. Li wê jî bijîşk bi gotina bi te re fitiq heya derzi dayê û vegherandiye. Lê ji ber nexweşiyên xwe yên giran divê li nexweşxaneyek tayîbet bê tedawî kirin. Lê ji ber nexweşiyên xwe yên weke astimê ew nikare siwarî rîngê jî bibe. Her roja ku diçe nexweşiyên wê zêde dibin. Her hefte kirîza astimê derbas dike. Din ava zivistanê de jî bêyî ku camê veke nikare rune. Li gel van hemûyan jî îdara girtîgehê ji derveyî rîngê wê bi tu wesayîtên dinê sefk nake.”


Ayla destnîşan kir ku divê hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan. Ayla bilêv kir ku heya girtinyên nexweş derdikevin jî divê di hindirê girtîgehê de tedawiya wan baş bê kirin.


 (zt)