'Ji aliyekî DAIŞ û ji aliyê din jî polîsên tirk êrîşî me dikin'

09:53

 


JINHA


RIHA - Keça 8 salî bi navê Hêvîn Ehmed Bozan behsa koçberiya xwe ya ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê kir. Hêvîn a ku bi 4 birîndarên kobanî di serdagirtina polîsan de ji mala wan hatin binçavkirin destnîşan kir ku tu cudahî di navbera çeteyên DAIŞ'ê û polîsên tirk de nîne û wiha got: "Em ji ber çeteyên DAIŞ'ê reviyan hatin Tirkiyeyê, lê polîsên tirk jî li vê derê li me dixin."

Ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kantona Kobanê, ji 15'ê Îlonê ve bi deh hezaran welatiyên Kobanê koçber bûne. Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê 98 roj in dewam dikin. Yek ji koçberên ji neçarî Hêvîn Ehmed Bozan (8). Hêvîn a berî çend rojan li mala wan a li Rihayê 4 birîndarên kobanî ji aliyê polîsên tirk ve hatin binçavkirin, behsa koçberiya xwe kir.

'Min bêriya Kobanê kiriye'

Hêvîn diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê bê sedem êrîşî welatê wan kirine û ev tişt got: "Em ji welatê xwe koçber bûn. Wan çeteyan serê mirovan jê dikirin. Me gelek şehîd dan. YPG/YPJ'ê gelek derbên giran li çeteyan xistin, lê xilas nabin. Ji ber ku gelek dewlet û Tirkiye alîkariyê didin wan. Tirkiye çeteyên DAIŞ'ê derman dike, lê birîndarên me binçav dikin. Ez ji şervanên YPG/YPJ'ê bawerim, azadiya Kobanê nêzîk e. Ez dixwazim demildest vegerim Kobanê. Min pir bêriya Kobanê kiriye. Bijî berxwedana Kobanê, YPG/YPJ'ê." 

'Cudahî di navbera polîsan û DAIŞ'ê de nîne'

Hêvîn da zanîn ku dema polîsan êrîşî mala wan kirin, mala wan belav kirin û birîndarên Kobanê û emeliyatkirî bi zordariyê kirin binçavan. Hêvîn bi lêv kir ku polîs mîna dijminan ketiye mala wan û wiha got: "Dema ez li malê bûm polîsan li deriyê me xistin û tev pêlavên xwe ketin mala me. Birîndarên li mala me diman nû ji nexweşxanê derketibûn. Cudatiya polîsên tirk û DAIŞ'ê tune ye. Em ji ber çeteyan reviyan hatin vir, lê mixabin niha jî dewleta Tirkiyeyê li me dixe. Bi vî halê me birîndarên me tevî rewşa xerab jî rastî îşkenceyê hatin. Dibêjin qey çek li cem me hebû. Polîsan gef li bavê min jî xwarin. Gotibûn 'me te girtibû, gelo tu dixwazî em te dîsa bigirin'."

(kom/zt)