Azadiya Şengalê û berxwedana Kobanê li ser sînor hat silavkirin
10:59
JINHA
RIHA - Bi sedan welatiyên bi armanca piştevaniya berxwedana Kobanê li ser sînor di çalakiya zincîra ji mirovan de hatin cem hev, pêngava azadkirina Şengalê û berxwedana Kobanê silav kirin.
Di 98'emîn roja berxwedana dîrokî ya YPG/YPJ'ê ya li Kobanê de, çalakiya nobedê ya ji bo piştevaniya berxwedanê jî dewam dike. Bi sedan kesên li gundên Mehser û Miseynterê nobedê digirin, îro jî mîna her roj di çalakiya zincîra ji mirovan de hatin cem hev. Çalakî bi deqeyekê rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, destpê kir. Di çalakiyê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên KCK'ê hatin vekirin, ji navên sembol ên berxwedana Kobanê Apê Nemir jî amade bû. Apê Nemirê rêhevalên xwe yên li Kobanê bi dirûşma "Bijî Berxwedana Kobanê" silav kir. Agahiya azadkirina Şengalê bi çepik û dirûşmên "Bijî Berxwedana Şengalê" ji aliyê nobedarên berxwedanê ve hat pêşwazîkirin.
Çalakgeran di çalakiyê de bi destê hev girtin, berê xwe dan Kobanê û bi dirûşma "Bijî YPG/YPJ" berxwedêrên Kobanê careke din silav kirin.
(zt)

