Ketin û derketina Gumgumê ji aliyê polîsan ve tê asteng kirin

11:54

 


JINHA


GUMGUM - Welatiyên li ser banga rêxistinên elewiyan ên ji bo komkujiya Gurgumê şermezar bikin û kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr bixin dixwazin biçin Gurgumê ji aliyê polîsan ve tên astengkirin. Welatiyên li ber Komeleya Piştevanî û Çandê ya Erenler tên cem hev jî ji aliyê polîsan ve rastî kontrola nasnameyan tên.

Federasyona Bektaşî Elewî, Komeleya Pîr Sultan Abdal, Federasyona Elewiyan a Ewropa û gelek sazî û dezgehên din ên elewiyan bi armanca şermezarkirina komkijiya Gurgumê ya 19-26'ê Kanûna 1978'an û kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr bixin bang kirin û welatiyên li ser vê bangê dixwazin biçin Gurgumê ji aliyê polîsan ve di ketina bajarê de tên astengkirin. Piştî biryara Walîtiya Gurgumê ya "qedexeyê" welatiyên li ber Komeleya Piştevanî û Çandê ya Erenler jî tên cem hev rastî lêgerîn û kontrola polîsan a nasnameyan tên. Wekîl, nûnerên saziyan û welatiyên serê sibê hatin bajar destûr nedan bikevin bajar û welatiyên ji navçeyan jî tên ji aliyê polîsan ve tên astengkirin. Balkêşe ku ceyrana Komeleya Piştevanî û Çandê ya Erenler a ku welatî li ber kom dibin hate birîn.

Sedan polîs bi TOMA û wesayîtên zirxî di ketina bajara de barîkat danîn e û ketina bajar girtine. Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Sabahat Tuncel, nûnerên saziyan û bi sedan welatî li ber barîkata polîsan sekna xwe didomînin.

(zt)