Welatiyan riya Gurgum-Dîlokê ji trafîkê re girtin
12:06
JINHA
GURGUM - Welatiyên dixwastin ji bo komkujiya Gurgumê şermezar bikin û welatiyên jiyana xwe ji dest dan bibîrbixin diçûn bajar ji aliyê polîs û leşkeran ve hatin astengkirin û li ser vê yêkê welatiyan pankratên "Ji Gurgumê heya Roboskiyê yên qetil dike dewlet e" û "Me komkujiya Gurgumê jibîrnekir û em jibîrnakin" vekirin û riya Gurgum û Dîlokê ji trafîkê re girtin.
Federasyona Bektaşî Elewî, Komeleya Pîr Sultan Abdal, Federasyona Elewiyan a Ewropa û gelek sazî û dezgehên din ên elewiyan bi armanca şermezarkirina komkijiya Gurgumê ya 19-26'ê Kanûna 1978'an û kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr bixin bang kirin û welatiyên li ser vê bangê dixwazin biçin Gurgumê ji aliyê polîsan ve di ketina bajarê de tên astengkirin. Li ser vê yêkê welatiyan rê ji trafîkê re girt û helwesta polîs û leşkeran şermezar kir. Welatiyên riya Gurgum û Dîlokê ji trafîkê re girtin pankratên "Ji Gurgumê heya Roboskiyê yên qetil dike dewlet e" û "Me komkujiya Gurgumê jibîrnekir û em jibîrnakin" vekirin û dirûşmeyên "Qatîl dewlet dê hesabê bide", "Jibîrkirina Gurgumê îxanet e" û "Li hemberî faşîzmê mil bidin hev" berz kirin. Welatiyan li ser rê govend girtin û sekna xwe didomînin. Hemû riyên dikevin bajar jî ji aliyê polîs û leşkeran ve bi wesayîtên zirxî û TOMA'yan ve hatine girtin.
Otobusa endamên Navenda Giştî ya Komeleya Çanda Pîr Sultan Abdal, Şaxa Amedê, Komîsyona Bawerî û Gelan a KCD'ê û Parlementera HDP'ê Sabahat Tuncel jî li riya Narli ji aliyê leşkeran ve hate rawestandin û destûr nedan bikevin bajar.
(zt)

