Heyeta TMMOB'ê ya dihat Pirsûsê qeza kir, 4 birîndar
16:07
JINHA
RIHA - Heyeta TMMOB'ê ya ji bo gelê Kobanê bajarê konteynirê çebike dihat Pirsûsê li nêzî Elîgorê qeza kir. 2 kes jê bi giranî, 4 kes birîndar bûn.
Dema heyeta TMMOB'ê ji bo gelê Kobanê bajarê konteynirê çebike dihat Pirsûsê li otobanê nêzî Elîgorê li derdora gîşeyê qeza kir. Taksîya plaqa wê 27 FG 166 wexta di otobanê de diçû ji nişka ve kamyona ji bo konbajarê AFAD'ê re qûmê bar dike qelibî. Di encama qezayê de Seroka Şaxa Odeya Endezyara Makîneya Amedê Gûrbet Orten û Serokê Şaxa Odeya Endezyarê Zireata Amedê Jêhat Şengal bi giranî, Serokê Şaxa Odeya Joeolojiyê ya Amedê Harûn Yalçinkaya û endamê rêveberiya Şaxa Endezyarê Makîneya Amedê Kadîr Yilmaz sivik birîndar bûn. 4 birîndar bi ambûlansê rakirin Nexweşexaneya Dewletê ya Pirsûsê.
Serokê Şaxa Odeya Endezyarê Avahiya Amedê Tûran Kapan diyar kir ku ji bo kampanyaya "Zivistan hatiye Kobanê û Şengal li derve ne" ji bo kampa koynteynirê ketibûn rê. Tûran destnîşan kir ku maşîneya havalên wan bê îhmaliya rêbejahiyê ye û wiha axivî: "Em di çerçoveya alîkariya Kobanê de hatibûn. Me berê ji bo welatiyên Kobanê malen ji koyteyniran çêkiribûn. Dema hevalên di pêşiya me de dehat kamyona qûmê ya ji bo konbajarê AFAD'ê dixebite li bin gûhê hevalên me xist. 2 jê giranî 4 hevalên me birîndar bûn. Ev bela rêbehahîyê ye. Li ser vê rêya ti nîşanên trafîqê jî tine ye. Em bang rêveberan dikin, ger guh nedin me em ê di vê der barê wan giliyê wan bikin."
Welatiyên derdorê jî bertek nîşan dan û wiha gotin: "Ev rêya her roj qeza derdikeve. Em her tim ji rêveberan dibêjin lê kes guh nadin me. Ev kamyonên diçin AFAD'ê zêdeyî barê xwe bar dikin û derdikevin ser rê. Ne walî ne qeymeqam ne jandarma ne xema kesî ye. Jiyana me hemû ya di xeterê de ye."
(kom/zt)

