Polîsan zarokê 10 salî birîndar kirin

17:56

JINHA


ŞIRNEX – Li navçeya Hezexê ya Şirnexê polîsan raste rast bombeyên gazê avêtin derdorê û zarokê 10 salî yê bi navê Ş.Î birîndar kirin.

Li kolana Adîle Naşît a taxa Atakentê ya navçeya Hezexê ya Şirnexê zarokên biçûkê kevir avêtin wesayîta zirxî ya polîsan û li ser vê yêkê polîsan raste rast derdor dan berbombeyên gazê û zarokê bi navê Ş.Î. birîndar kirin. Di encama êrîşa polîsan de bombeya gazê li serê Ş.Î. ket û birîndar bû. Hate zanîn ku Ş.Î. rakirin Nexwexaneya Dewletê ya Cizîrê û piştî mudaxeleya yekemîn rakirin beşa lezgînî.

(zt)