Gerilayên YJA Star’ê banga bilindkirina hêza cewherî li jinan kir

11:06

 


Sinem Akgul-Zeynep Dicle/JINHA


KERKUK – Hêzên YJA Star yên k udi eniya Kerkukê de li hemberî çeteyên DAIŞ’ê şer dikin wiha dibêjin: “Ji derveyî jinan kes jinan na parêzin. Em li ku dibin bila bibin emê bi xwe pasrastina xwe bikin.” Hêzên YJA Star bang li hemû jinên başurê Kurdistanê kirin ku berşdarî nava hêzên parastina cewherî bibin.


Jinên gerila yên k udi eniya Kerkukê de li hemberî çeteyên DAIŞ’ê şer dikin ji ajansa me re axivîn. Hêzên YJA Starê diyar kirin ku ev pênc mehe ew di çeperên pêş yên eniya Kerkuk de cîh digirin. Yêzên YJA Starê dan zanîn ku ew hewil didin teyîbetî jinan hişmendiya parastina cewherî bidin hemû welatiyên başur.


‘Em ji bo çî şer dikin bi jinan didin têgirhiştin’


Ji Gerilayên YJA Star Axîn Amed destnîşan kir ku ew ne tenê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê şer dikin û wiha got: “Di heman demê de şerê me îdeolojîke. Ji xwe mijara xistina jinan bi hişmediya mêran li holêye. Ji bo jinan her tuşt weke guneh dîtine. Divê jin ji xewek ya giran şiyar bibin. Divê jin hêza xwe ya cewherî bibîne. Rêbertiya me dibêje ‘Civaka azad tê wateya jina azad.’ Pergal jî ji hêza jinan ditirse. Ji ber dizane herger jin bihêz bibin dê dawî li hişmediya pergala mêran bê. Ji ber wê jî ser jinan zêdetir şidetê didin meşan din.” Axîn bilêv kir ku ew bi jinên başur re din ava hevdîtinan denin û wiha domand: “Em ji wan re çima ji bo jinan şer dikin û çima divê jin şer bikin vedibêjin.”


Ji bo jinan sê xalên bingehîn


Zelal Newal jî anî ziman ku divê jinên başur ji bo parastina xwe ya cewherî baş bixebitin û wiha berdewam kir: “Tu deverên Kurdistanê bi qasî başur ciwan û jin bê parastin nehatine hiştin. Jin li hemberî pergal, mêr û DAIŞ’ê bê parastin hatine hiştin. Sê xalên bingehîn yên em jinan rexne bikin hene. Yek divê jin bên bi hişmendî kirin. Du divê di aliyê fîzîkî de xwe bigihînin. Sê divê jin ji van bawer bikin. Di her jinê de hişmendiya hêza xwe ya cewherî derxistina holê heye. Li başur xala herî giring ya em li ser rawestin bi hişmendî kirina jinane. Dema ku hişmendî hat dayîn wê demê ji xwe parastina cewherî jî çêdibe.”


‘Her jinek başur dikare bibe Leyla Qasim’


Zelal derbirî ku jinên başur xwediyê hêzek veşartiya derneketî holêne û wiha dom kir: “Dê serê xwe ji nava qerêjiyên pergalê bişo û şoreşa jinan pêkbîne. Ji xwe mînaka vê Leyla Qasom nîşanî me daye. Her jinek başur dikare bibe Leyla Qasim. Tenê li hemberî qirkirinên DAIŞ yên ser jinan jin dikarin rawestin. Jin dê vê hêzê ji hişmendî bûyîn û çek girtinê bigirin. Heger jin bi hêzê tevbigerin ne DAIŞ û ne jî pergala hişmendiya mêran nikarin jinan kole bikin.”


‘Tenê di aliyê teorî de parastin têr nake’


Ji Gerilayên YJA Star Zelal Sidem jî diyar kir ku divê di Kurdistanê û tevahî Rojhelata Navîn de jin hêza xwe ya cewherî pêşbixin û wiha got: “Heger êrîş bi çekan tê kirin divê jin jî çekê hilgirin. Divê jin çekê hilgirin û bêjin ‘em hene, emê tune nebin.’ Êdî jin ne yên berêne. Astek ya hişmendiya jinan hatiye avakirin. Em hêza cewherî pêş dixin. Jin dikevin ferqa hêza xwe û pêş dikevin.”


‘Hêza jinan ya parastinê hêza hêviyê ye’


Ji Gerilayên YJA Starê Delal Arjin jî anî ziman ku ji bo parastina nirxên civakê divê jin hêza xwe ya cewherî pêşbixin. Delal qirkirina Şengalê weke mînak nîşan da û wiha domand: “Li şengalê ne hêz ne jî perwerdeya xwe parastina jinan nebû. Ji ber wê jî encama wê bi qirkirinê bû. Ji ber wê jî em jin li ku dibin bila bibin emê hem xwe bi rêxistin bikin û hem jî xwe bi çek bikin. Emê li hemberî şideta mêran, polîsan û DAIŞ’ xwe biparêzin.” Delal banga tevlîbûna nava refên YJA Star û YPJ’ê li hemû jinan kir û wiha berdewam kir: “Divê em di nava refên YJA Star û YPJ’ê de cihê xwe bigirin. Heger em xwe ne parêzin tu kes nayê me jinan na parêze. Ji derveyî hêza parastina jinan kes jinan na parêze. Kes xwediyê me nîne. Em xwe xwe berpirsê xwene.”


Delal bang li jinên başur jî kir û wiha dom kir: “Divê em li hember hişmendiya jin nikare çek bigire û şer bike tekoşînê bilind bikin. Divê li başur jin hêza xwe ya parastinê veguherînin hêza hêviyê.” Delal diyar kir ku ew dixwazin jinên ciwan bi vê hişmendiyê ji bo derxistina hêza xwe ya cewheri din ava refên YJA Star û YPJ’ê de cîh bigirin.


 (zt)