'Dayê eger em biçin Kobanê em ê kevirên Kobanê ramûsin'
11:18
JINHA
RIHA - Welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar man hatin Pirsûsê, li konbajaran jiyana xwe didomînin. Heta niha 5 wargehên ji konan ji aliyê Şaredariya Pirsûsê hatiye avakirin. Lê ji ber ku vekirina wargeha 6'an rastî astengiya Qeymeqam û Walî hat, di van mercên giran ên zivistanê de Kobaniyî di nava zehmetiyan de ne. Bi taybetî welatiyên li Wargeha Kader Ortakaya divê demildest bên barkirin. Welatiya bi navê Xecîce Ehmed a li konbajar dijî diyar kir ku berê li Reqqayê dijiya û piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê tevî 5 zarokên xwe derbasî Kobanê bû û piştî çeteyan êrîşî Kobanê jî kir hatin Pirsûsê.
Xecîce Ehmed destnîşan kir ku dema ji Reqqayê koçberî Kobanê bû zaroka wê ya yek salî jiyana xwe ji dest daye û wiha got: "Berê em ji Reqqayê reviyan hatin Kobanê. Çeteyan dest ji me bernedan, em hatin Kobanê. Keça min a biçûk di dema koçberiyê de mir. Piştre em hatin Pirsûsê. Gelê Pirsûsê jî li me xwedî derket. Lê belê gelê Pirsûsê ji xizan e. Em li wargehî gelek tengasiyan dikişînin. Mala me gundê me çeteyan hemû talan kirin û şewitandin. Xwezîka keça min ne mirî ba bila ez tî, birçî û tazî bûma. Berê zarokên min digotin 'dayê em ji kevirên vî gundî mirin'. Niha jî dibêjin 'dayê me bêriya kevirê gundê xwe kirine. Em biçin Kobanê em ê kevirê gundê xwe hemûyan ramûsin'.
'Yekîneyên kurd çawa Şengal rizgar kirin wê Kobanê jî azad bikin'
Welatiya bi navê Xalîse Elî jî anî ziman ku bila şervanên YPG/YPJ serbikevin ez razîme heta dawiya jiyana xwe jî di nav heriyê de bimîn e û ev tişt got: "Em di bin vê rezaletiyê de dijin rast e. elektirik, av, xwarin nîne lê belê ne xem e. Êdî bila Kobanê rizgar bibe. Bila şervanên me ser bikevin. Yên rûmeta me û welatê me diparêzin ez bejna xwe li ber wan ditewînim. Yekîneyên Kurd çawa Şengal rizgar kirin dê Kobanê jî azad bikin. Ez bawer dikim ku rizgariya Kobanê nêzîk e. Serketin ji şervanên Kobanê û Şengalê."
'Çeteyan nekarîbûn me bikujin, Tirkiye dixwaze me bikuje'
Welatiyê bi navê Hemed Nebo Hemûd jî anî ziman ku roja borî baranê dabû û konê wan li ber lehiyê çûye û konê wan xera bûye. Hemûd diyar kir ku ji ber helwest û astengiya dewleta Tirkiyeyê nikarin biçin wargeha nû tê çêkirin û wiha got: "Me bi zarokên xwe re li vê derê gelek zehmetî kêşan. Elektirîk nîne. Ji ber feraseta Tirkiyeyê em li vê derê wek dîl tên girtin. Di vê pêvajoyê de tu cudahiya Tirkiyeyê û DAIŞ'ê tune ye. Çeteyan nekarî me bikujin, Tirkiye dixwaz e me bikuje."
(kom/zt)

