Leşker diziya DAIŞ'ê temaşe dike
11:22
JINHA
RIHA - Çeteyên DAIŞ'ê, li herêma navberê ya di bin kontrola leşkerên tirk de ye, diziya wesayîtên Kobaniyan dewam dikin. Li herêma navberê ya li pêşberî gundê Zehwan ê Pirsûsê, li pêşiya panzera leşkerî çeteyan wesayîtên Kobaniyan dizîn. Ev dizî jî kêlî bi kêlî ji aliyê kamerayan ve hat kişandin. Leşkerên tirk jî li şûna dest li rewşê werdin, bi tenê anons kirin.
Diziya wesayîtên Kobaniyan ên li herêma navberê ya di bin kontrola Tirkiyeyê de, li pêş çavê leşkerên Tirk ji aliyê çeteyan ve dewam dike. Çeteyên ku beriya niha li pêş çavê leşkeran li herêmên navberê yên gundên Merdesimbêl, Elîzer, Goktepe û Aşmê wesayîtên Kobaniyan dizîn, vê carê jî li herêma navberê ya li pêşberî gundê Zehwan ê Pirsûsê diziya wesayîtan kirin û dîmenê vê diziyê hat kişandin.
Di dîmen de xuya dike, ku 5 çete ji gundê Kîkan ê dagir kirine tên ber têlên sînor herêma li pêşberî gundê Zehwan ê Pirsûsê ku di bin kontrola leşkerên Tirk de ye û nava wesayîtên li herêmê yek bi yek lêkolîn dikin. Li gorî dîmen, tevî ku du panzer li cem têlên li ser sînor in jî, mîna ku leşkeran soz dane wan çete bi dilrehetê tevdigerin, piştî lêkolînên kirin qemyonekê tînin cihê wesayît lê ne. Dûre jî du qemyonetên bi werîs li bi qemyoneta anîn ve girê didin û her duyan dikşîne herêma jê hatine, gundê dagir kirine.
Kobaniyên li ser xetê jî ji gundê Zehwanê bi neçarî li diziya wesayîtên xwe temaşe dikin. Leşkerên tirk ên li rewşê temaşe kirin, di ser re Kobaniyên li herêmê hişyar kirin. Leşkeran her wiha karê rojnamevanan ên hewl didan dîmenê vê diziyê bikşînin asteng kirin û gefa destdanîna ser kamerayên wan xwarin. Kobaniyan nerazîbûna "Hûn çima dest li çeteyan wernadin?" nîşanî leşkeran dan, lê leşkerên tirk li şûna dest li çeteyan werdin, nerazîbûn nîşanî Kobaniyan dan.
Leşkeran bi tenê anonsa 'ji vê herêmê derkevin' li çeteyan kirin. Çeteyên ku karê wan ê diziya wesayîtan qediya, beşek jê bi wesayîtan beşek jî bi peyatî ji herêmê çûn. 5 deqe piştî dizî û çûyîna çeteyan ji herêmê, leşkeran du caran gule berdan hewayê.
(zt)

