Muzeya ji xaniyê kumbet wê di roja 100'emîn a berxwedanê de bê vekirin
11:31
JINHA
RIHA - Li gundê Misaynter a ku çalakiya nobetê ya bo piştevaniya berxwedana Kobanê lê didome, ji bo bîranîna Kader Ortakaya û kesên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dane bê jiyîn, xaniyekî kumbet ji bo bo muze û pirtûkxaneyê hat restorekirin û di roja 100’emîn ya berxwedana Kobanê de wê vekirina wê pêk bê. Niha di dorê de înşakirina akademiya zanistên civakê û çandina şitlên daran hene.
Berxwedana Kobanê didome û her wiha çalakiya nobetê ya li sînor jî didome. Li aliyê din bi jiyana komun ya hatiye rêxistinkirinê hem jiyana li gund û hem jî dedora gund tê guhertin. Li gundê Misaynterê ji bo bîranîna Kader Ortakaya û kesên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dane bi armanca vekirina pirtûkxane û muzeyekê sê heftene berê xaniyekî kumbet hat restorekirin û wê di roja 100’emîn a berxwedanê de bê vekirin.
Ji bo restorekirina xaniyê dîrokî yê kumbet destur ji gundiyan hat girtin û piştre beyî ku orjînaliya wê xera bibe, hat tamîrkirin. Bi kerpîça ku ji ax, xwê û kayê hatibû çêkirin hat tamîrkirin. Piştre jî kirş û kalên di hundirê xaniyan de hatin derxistin û li odeyan hatin veqetandin. Niha jî tê payîn ku hundir û derdora wê bên temamkirin û ji bo pirtûkxaneya xaniyê kumbet yê dîrokî wê 200 pirtûk, wêneyên kesên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dane û her wiha wêneyên berxwedana Kobanê wê bên bicihkirin.
Yek ji mîmarê projeyê Rifat Horoz ku ji destpêka berxwedana Kobanê de xeta sînor di nobetê de ye diyar ku wan bi vê xebatê xwestiye ku hem berxwedana Kobanê û hem jî kesên di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dane bidin jiyîn û li gund jî berhemek mayîn de bihêlin. Rifat derbarê çêkirina malên kumbet de agahî da û wiha got: “Em ê li dîwarên têketina xaniyên kumbet wêneyên berxwedêrên Kobanê û kesên jiyana xwe ji dest dane daliqînin. Her wiha wêneyê Kader Ortakaya û bîranînên YPG û YPJ’iyên jiyana xwe ji dest dane wê li dîwaran bê daliqandin. Piştî temamkirina malên kumbet em ê şitlê daran biçinîn. Odeya yekemîn wê bibe pirtûkxaneya Kader Ortakaya. Me di vê çarçoveyê de nêzî 200 pirtûkî berhev kirin û em ê pirtûkxaneyê dewlemendtir bikin. Odeya duyemîn jî wê bibe muzeya Arîn Mîrxan. Di vê muzeyê de jî wê wêne û amûrên aydî kesên jiyana xwe ji dest dane hebin.”
Rifat got li gund projeya me tenê bi muzeyê ne sînore û wiha berdewam kir: “Ji bo akademiya zanistên civakî jî xebatên me dest pê kirine. Ji bo înşakirina gundekî ekolojîk û demokratîk, em hedef dikin ku li dora gund daran biçînin û emê vê diyariyê yekitî û biratiya bi rumet ya gelên Tirkiyeyê bikin.”
(zt)

