Ji Îzmîrê û Almanyayê ji bo gelê Kobanê alîkarî
11:38
JINHA
RIHA - Kampanya tevkariyê ya ji bo gelê Kobanê hatiye destpêkirin bênavber dewam dike. Ji Îzmîrê û Almanyayê ji bo welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê axa xwe terikandine û li konbajaran bi cih bûne alîkarî hat kirin.
Welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê neçar man xaka xwe biterikînin, li konbajaran hewl didin jiyana xwe bidomînin. Bi hatina zivistanê re li konbajaran jî pêdiviyên welatiyan jî zêde bûn û li van deran tenê dildar û şaredariyên DBP’î dixebitin.
Welatiyê bi navê Burhan Karakuyu li Îzmîrê di nav malbata xwe û derdora xwe de 14 ton mama û pêwîstiyên zarokan berhev kir, cil û berg da hev û bi TIR'ê anî Pîrsûsê teslîmî xebatkarê dildarê depoya Avestayê Mustafa Dogal kir. Her wiha ji Almanyayê jî saziya PRO HÛMAN TATE jî di nava xwe de pere kom kir û kinc, mamayê zarokan û dermanê bi vî pereyî kirî, radestî depoyê kir.
Bûrhan Karakuyu diyar kir ku divê her kes ji bo gelê Kobanê serferberiyê îlan bike. Burhan da zanîn ku gelê Kobanê ne tenê ye û wiha got: "Heta em hebin em ê li cem gelê Kobanê bin. Ev çeteyên DAIŞ'ê li serê gelê dinê bûne bela. Ji ber vê yekê divê her kes li cem gelê mazlûm be. Ev alîkariya me ne ya ewil e, ne ya dawiyê jî ye. Divê em her roj ji bo vî gelî bixebitin."
Xebatkarê dildar ê depoya Avesta Mûstafa Dogal jî bang gelê hemû dinê kir û got ku divê her kes ji bo Kobanê bibin yek û biherikin Kobanê û Pirsûsê.
(kom/zt)

