'Zaroka min dê bi bavê xwe şanaz be'

11:52

 


JINHA


RIHA - Hevsera şervanê YPG'ê Mazlum Bela yê ku li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî Kobanê çû eniya şer Dîcle Mihemed diyar kir ku dibe bebika wê ya mehe şûnda bê dinê bavê xwe nebîne lê dê heya dawiya emrê xwe bi bavê xwe şanaz be.

Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî Kobanê bi deh hezaran welatiyên Kobanê neçar man hatin Pirsûsê û di konbajarên hatin avakirin de jiyana xwe didomînin. Welatiyên Kobanê li aliyekî jî li benda agahiya serkeftinê ya ji Kobanê bên in û li benda roja vegerin e.

Hevsera Mazlum Bela yê ku li gundê Xiznê yê Kobanê tevlî YPG'ê bû Dîcle Mihemed û bi zaroka xwe ya 2 salî Naîme li Konbajarê Kader Ortakaya li benda agahiya serekeftinê ya ji Kobanê bê ye. Dîcle Mihemed anî ziman ku dê mehek şunda zarokekî din bine dinê û dibe ku bavê xwe nebîne lê dê heya dawiya emrê xwe bi bavê xwe şanaz be.

Dîcle da zanîn ku bi hevserê xwe yê di parastina Kobanê de cih digire şanaz e û ji ber vê yêkê dema Kobanê azad bû dê bi serbilindî bikevin Kobanê û wiha got: "Çeteyên DAIŞ'ê ji bo dizî, talan û dagirkeriyê dihatin Kobanê. Em neçar man hatin Pirsûsê û hevserê min ji bo axa xwe biparêze tevlî YPG'ê bû. Keça min Naîme 2 salî ye û mehe şunda dê zarokeke min a din dê bê dinê. Dibe ku bavê xwe nebîne lê dê heya dawiya emrê xwe bi bav ê xwe şanaz be. Em mînetdarên şehîdên xwe û hemû şervanên xwe yên ku Kobanê kirine Qeleha Berxwedanê, ne. Şert û mercên jiyanê li vir zehmet bin jî, em ji xwe re nakin pirsgirêk. Ji niha û pê ve em ê serî li ber ti kesî netewînin, em ê bi serbilindî bijîn, eger mirin ferz be em ê zanibin bimirin jî."

Dayika Bela Azîme Elî jî anî ziman ku divê yên li Kobanê xaka xwe diparêzin bibin mînak û wiha pêde çû: "Kurê min Mazlûm, tevî ku hevjîna wî ducanî ye jî, biryar da biçe şer û ji ber ku me jî bawer dikir divê biçe, em pê serbilind in. Niha bi sedan zarokên şervanên YPG'ê li wargehên ji konan dimînin. Lewma divê tevahiya ciwanên Kobaniyî van ji xwe re bikin mînak. Divê ciwanekî me yê bi tenê jî saeteke xwe li derveyî Kobanê vala derbas neke, eger em dixwazin rojek berî rojekê Kobanê azad bikin, divê hemû ciwan li refên berxwedanê cih bigirin. Ev şer şerê şeref û namûsê ye."

(zt)