Ji gundên berxwedanê ji bo Kobanê silav
11:58
JINHA
RIHA - Bi munasebeta piştevaniya Kobanê li ser xeta sînor tevî barana dijwar bi sedan welatiyên hatin cem hev çalakiya zincîra mirovahiyê li dar xist û berxwedana Kobanê silav kir.
Berxwedana Kobanê ket roja 99’an û berxwedana nobetê ya li gundên sînor jî didomin. Çalakiya ku Mehser û Miseynterê didomin de, bi sedan kesî ligel barana dijwar berê xwe dan Kobanê û zincîra mirovahiyê avakirin. Li gundê Mehserê çalakiya zincîra mirovahiyê ji bo şervanên YPG/YPJ’ê yên jiyana xwe ji dest dane bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û bi sedan kesên destên hev girtin, berê xwe dan Kobanê û dirûşmên ‘Bijî berxwedana Kobanê’, ‘Bijî berxwedana YPG/YPJ’ê’, ‘Bijî berxwedana Şengalê’, ‘Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav’ berzkirin.
Piştî çalakiyê paqijiya derdorê hat kirin.
(zt)

