Operayonên paqijiyê yên YPG/YPJ'ê didomin

12:07

 


JINHA


KOBANÊ - Di çarçoveya operasyona paqajiyê ya ku şervanên YPG û YPJ’ê li başûr û başûrê rojhilat yê Kobanê li dijî çeteyan dabû destpêkirin, ligel noqteya ku dibistana Yermuk ku xwedî cihekî stratejîk bû, gelek noqte ji çeteyan hatin paqijkirin. Di çalakiyan de cebilxaneyên mezin hatin desteserkirin. YPG’iyan wiha got: “Operasyona me weke ku me plankiriye, heta çete ji Kobanê bi giştî paqij nebe wê bidome.”

Berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê ev 3 mehe didome û operasyona şervanan a li başur û başurê rojavayê Kobanê roj bi roj pêşdetir diçe. Li gorî nûyeça Rojnameger Mehmet Zekî Çîçek Şervanên YPG û YPJ’ê hefteya borî riya Termîk-Helebê ji çeteyan paqij kir û rojek berê jî li dijî çeteyên ku li riya Termîk bi cih bibûn çalakî pêk hat. Di çalakiyê de fermandarê koma Cîndullah, Ebu Sahra jî di nav de gelek çete hatin kuştin û di çalakiyê de cebilxaneyek mezin û cureyekê tiryakê kokaîn hat bidestxistin. Her wiha noqteyeke ku stratejîk ya dibistana Yermuk jî di nav de ji çeteyan hat paqijkirin. Şervanên YPG û YPJ’ê ku başurê bajar bi giştî girtin dest, li başurê rojava jî 6 kolan pêşde çûn û çete neçar man heta xaniyên kontarên Girê Miştenûr vekişin.

Hewldanên çeteyan bêencam man

DAIŞ ya ku di operasyonê de derbên giran girtin, hewldan bi çalakiyên întîxarî zextên YPG-YPJ’ê bişikînin. Li ser cenazeyên çeteyên DAIŞ’ê yên li eniya başûr hatin kuştin, teqemeniyên ku bi bedenên wan ve girêdayîbûn hatin dîtin. Ligel teqemeniyên li ser çeteyen hatin girtin, mayinên ku herêmê hatibûn raxistin jî hatin girtin. Ev rêbazên çeteyên DAIŞ’ê jî nîşan dide ku dawiya çeteyan nêze. Her wiha hat dîtin ku çete cesedên xwe yên li pey xwe hiştine, şewitandine.

'Operasyonên me heya çete tên paqijkirin dê bidomin'

Li noqteyên ku çeteyên DAIŞ’ê tên paqijkirin alên YPG-YPJ û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tên daliqandin. Şervanên YPG û YPJ’ê li dijî êrîşên heyî mewziyên xwe bi hêztir dikin. Şervanên ku pêşveçûnek mezin pêk anîn, moralê wan gelek bilind e. Şervanên YPG û YPJ’ê ku li mewziyane ji radyoyayan diyar kirin ku wan azadiya Şengalê bihîstine û gotin ku wê di demek nêz de mizginiyek jî ji Kobanê bê. Şervanê YPG’ê Xelîl Huseyîn ku di operasyona eniya başur de cih girt wiha got: “Qadên me ji çeteyan paqij kiriye, xeta girêdayî ya navbera eniya rojava û rojhilat bû. Ev xet bi giştî ji çeteyan hat paqijkirin. Operasyona me heta ji çeteyan neyên paqijkirin wê bidome. Di demek nêz de emê mizginiya azadiya Kobanê bidin.”

20 kolan ji çeteyan hatin paqijkirin

Şervanê YPG’ê Mazlum Welat jî ku derbarê çalakiyên başurê rojhilat de axivî û wiha got: “Pêngava me ya ku 22 roj berê daye destpêkirin didome. Me li riya Termîk dest bi çalakiyê kir û em heta 20 kolanan pêşve çûn. Me gelek amûr û cenaze desteser kirin. Pêngava me hêj didome. Di demek nêz de em ê Kobanê azad bikin.”

(zt)