21 sale bi hevserê xwe yê ku çavê wî nabîne re hevaltiyê dike

12:35

 


JINHA


WAN - Fehîme Îlhan a ku 21 sale bi hevserê xwe ya ku çavên xwe wanda kiriye re dijî got: "Ev cîhan bê xêre. Em neçarin hev bigrin,an wê çewa hatiba jiyan kirin ev jiyan. Pêwîste mirov li hember hev bi rêzbe da ku bikare pîrozbûna evînê bi hev bidin nasandin".


Fehîme Îlhan û Îbrahîm Îlhan li taxa Yedî Kîlîsê ya qûntara çiyayê Erek a Wanê dijîn û tekoşîna jiyana zehmet bi hevre didin.Îbrahîm berî 28 sal ji ber nexweşiyê çavê xwe winda dike û hevjîna wî Fehîme li wî dinêre. Fehîme da zanîn ku ew li gelek bijîşk geriyan ji ber çavê hevserê xwe rizgar bike lê belê encam negirtine.Fehîme diyar kir ku ew hemû zehmetiyên jiyanê bi hevserê xwe re li ser bingehê rêz û hezkirinê derbas dikin. Fehîme bi lêv kir ku,4 zarokên wê hene 3'ê zewicîne û yek jî ji ber ku nesax bû ew ameliyet kirine, ji ber vê yekê jî ew tenê derfetên xwe yê madî bi pereyên ji bo astangdariya Îbrahîm didin îdeareya xwe dikin. 


'Em neçarin ku hev bigrin'


Fehîme da zanîn ku girêdanbûna di navbera wande ji heskirina wan a li hember heve û wiha got: "Ev dinê gelek bê xêre.Em neçarin ku hev bigrin,an ev jiyan wê çewa hatiba jiyan kirin.Pêwîste mirov li hember hev bi rêzbe da ku bikare pîrozbûna evînê bi hev bide nasîn." Fahîme bi bîr xist ku ew gelek ked li ber hevserê xwe daye û wiha domand: "15 salî zewicîm. Hewirdora min bi min gelek dan êşandin. Zarokên min jî ew dem gelek bi çûkbûn,lê niha mezinbûne.Li min û hevserê min dikarin binêrin.Ez tevî zarokên xwe ji hevserê xwere bûm mil û bask. Êdî di tû mijaran de zehmetiyê em nakşînin."


'Em hêvî dikin ku vê kêfxweşiyê her kes jiyan bike'


Fehîme diyar kir ku, li beramberî hemû zehmetiyên jiyanê,jiyan kirin hestek xweşe û wê jî kêfxweş dike.Fehîme bi lê kir ku,dema zarokên xwe zewicandine ew bûye alîkar û ji bo xwendinê zarokên xwe tiştê ji destê wê hatiye ew kiriye.Fehîme destnîşan kir ku  li beramberî hemû zehmetiyên jiyanê jî wê alîkariyê ji tû kesî daxwez nekiriye û wiha got: "Ez û hevserê xwe kêfxweşin.Pevçûnê me jî tû car çênabin.Carnan bêhna me teng dibe em qîrdikin û nîqaşa dikin lê hemû ewe.Em hêvî dikin ku vê kêfxweşiyê her kes jiyan bike."


'Êdî ez  nabêjim çavê min nabîne'


Hevserê Fehîme Îbrahîm Îlhan destnîşan kir ku ew dikare hîna di zeviyan de bixebite û wiha berdewam kir: "Hevjîna min an zerokên min bi destê min digrin û dibin zeviyê. Ez jî heya êvarê bi coşek mezin dixebitim."Îbrahîm diyar kir ku her çiqas ew ji jiyana xwe kêfxweşbe jî lê car caran ew ji ber ne dîtina çavên xwe bêhna wî tang dibe.Îbrahîm wiha axivî: "Êdî ez nabêjim çavê min nabîne.Ji ber bi saya hevjîna min çavê dilê min vebûne Ez biçim kîjan kolana Wanê ferq nake bêy ku kes bipirsim, ezê rêyê xwe dibînim.Ez dema zarokbûm hatibûm vêderê li ser wan hîsên xwe yên zaroktî ez diçim lê texmînê min rast derdikevin û ji ber vê yekê li kolanê Wanê bê gûman tevdigerim."


(rt/zt)