Li Kobanê pevçûnên dijwar
12:47
JINHA
KOBANÊ - Di çarçoveya operasyona paqijiyê ya ku şervanên YPG/YPJ’ê li başûr û başûrê rojhilat yê Kobanê li dijî çeteyan dabû destpêkirin, şer û pevçûnên dijwar di qewimin.
Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên di 15'ê îlonê de di çarçoveya dagirkirina Kobanê de dan dest pê kirin. Bi berxwedana bêhempa ya şervanên YPG/YPJ'ê di roja 99'an de dewam dike. Di çarçoveya operasyona paqajiyê ya ku şervanên YPG/YPJ’ê li başûr û başûrê rojhilat yê Kobanê li dijî çeteyan dabû destpêkirin, şer û pevçûnên dijwar di qewimin. Operasyona paqijiyê ya ku şervanên YPG/YPJ’ê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê daye dest pê kirin şevê din di saet 20.00'an de li derdora Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Kobanê di navber şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê şer bi dijwarî rû dan. Pevçûn heta niha jî berdewam in. Dîsa şer û pevçûn li eniya başûr jî li derdora dibistana Yermukê de heya şevê din domkirde hat ragihandin ku heya niha jî berdewam dike. Hat ragihandin ku rêya li dikeve rojhilatê dibistanê bi temam ji çeteyan hatiye rizgarkirin. Dîsa hat ragihandin ku şer û pevçûnên li eniya rojhilat dem bi dem jî dewam dike.
Tê payîn ku wê di saetên pêş de Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG'ê der barê şer û pevçûnan de agahiyên berfireh bide.
(zt)
