Jinên Êzîdî rizgar kirina Şengalê bi kêfxweşî pêşwazî kirin

14:30

 


JINHA


AMED - Jinên Êzîdî yên ku ji ber dagirkerî û hovitiya çeteyên DAIŞ'ê neçar mane cih û warê xwe biterikînin û hatine Amedê, ketine kêfxweşiya azadiya  Şengalê  wiha dibêjin "PKK'ê dê heya dawî me biparêze. Berxwedêrên me bê ku bitirsin heya dawiyê şerkirin û Şengalê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. Em niha cardin naxwezin Şengal bikeve destê çeteyên DAIŞ'ê."


 Di 3'ê yê Tabaxê de çeteyên DAIŞ'ê Şengal dagir kiribûn. Bi armanca rizgar kirina Şengalê hêzên YJA STAR,HPG û YBŞ û tevî hêzên YPG û YPJ'ê opersyonek hevbeş li darxistin.Di encamê de Şengalê ji çeteyan hate rizgar kirin.Li ser vê yekê welatiyên Êzîdî yên ku ji ber dagirkerî û hovîtiya çeteyan neçar mane cih û warê xwe terikandine û li konbajarê Fîdanlikê ya girêdayê Şeredariya Yenîşehîrê a Amedê bi cih bûne,piştî agahiyê rizgar bûna Şengalê bihîstin kêfxweşiyê xwe anîn ziman.


'Bi berxwedaniya şervanên me Şengal cardin hat istandin'


Emşê Alîma a ku li konbajêrê Fîdanlikê ya girêdayî Şeredariya Yenîşehîr a Amedê dimîne, ji bo hemû hêzên YJA STAR,HPG,YBŞ,YPG û YPJ'ê silav û heskirinên xwe şand û wiha got: "Me berxwedana PKK'ê bihîst.Bira zarokên min û gelek xizmên min jî di nava yekîneyên berxwedêr de li Şengalê şerdikin. Xûdê hêz bide wan. Bi berxwedaniya şervanên me Şengal cardin hat standin.Bi vê berxwedana bê hempa ya şervanên azadiyê întîqama me ji çeteyan DAIŞ'ê girtin. Ji vir û pêde rêya şervanên Rêber APO wê rêya mebe jî."


'Daxweza me jinên ku çeteyên DAIŞ revandine bên rizgar kirin'


Emşê diyar kir ku piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê hêzên YJA STAR,HPG;YPG û YPJ’ê bi fredekariyek mezin bi hezaran êzidî ji qirkirinan xelas kirin û wiha domand: “PKK’ê heya dawiyê em parastin. Bê tirs bi cesaretek mezin şer kirin û DAIŞ ji Şengalê derxistin. Em naxwazin carekdinê Şengal têkeve destê DAIŞ’ê. Em hêvîdarin ku jinên di destên DAIŞ’ê de jî bên azadkirin. Xuda şervanên me û êzidiyan biparêzin.”


‘PKK’ê Şengal azad kir’


Hemû jinên di kampê de rizgarkirina Şengalê bi şananziyek mezin pîroz kirin û wiha gotin: “PKK’ê em parastin, rizgarkirin û niha jî Şengalê rizgar kirin. Ew ne tirsan û ne reviyan. Bila niha jî tenê PKK di Şengalê de be ji bo me bese. Ji derveyî PKK’ê baweriya me bi tu hêzên dinê nîne. Yaku PKK’ê ji bom e kiriyî heya niha tu hêzan ji bom e nekiriye. Heta xwarin, av, herêmên bi ewle her tuşt PKK’ê ji bom e kir. Ya ku divê Pêşmerge û Barzanî kiribana PKK’ê kir. Niha Şengal ya PKK’ê ye. Bila kes ji bo xwedî derketina li Şengalê ne rabin ser lingan. Em ji derveyî PKK’ê tu kesê naxwazin. Rêber Apo û şervanên xwe ji bo hemû cîhanê mînakin.”



(rt/zt)