Li Mêrdînê îdîaya jinek xwe întîhar kiriye

14:47

JINHA


MÊRDÎN - Li Navçeya Nisêbînê îdîaya jina bi navê Gûlşah Elçîoglu bi tabancê li serê xwe daye û xwe întîhar kiriye.


Li Navçeya Nisêbînê a Mêrdînê hate îdîa kirin ku jina 18 salî Gûlşah Elçîoglu bi tabancê li serê xwe daye û xwe întîhar kiriye. Bûyera ku şevê din li kolana Cumhuriyetê ya taxa Kişlayê a Navçeya Nuseybînê pêkhatiye,li ser agahî dayîna xizmên Gûlşah ekîbên tendûristî û polîs tên cihê bûyerê û dest bi lêkolînê dikin.Gûlşaha ku bi awayek giran birîndar bibû, piştî mudeheleya despêk ji aliya ekîbên tendûristî ve ew bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê a Nuseybînê.Lê Gûlşah berî ku bighêje Nexweşxanê di rêde jiyana xwe ji dest dide.


Derbarê bûyerê de lêkolîn hate destpêkirin.


(rt/zt)