Piştî korîdor vebû cara duyemîn alîkarî çû Şengalê

15:02

JINHA


DÊRIK - Piştî ku korîdora mirovahiyê di navbera Rojava û Şengalê de hate vekirin, Rêxistina Alîkariyan a Rojavayê Kurdistanê 22 ton alîkarî ji çiyayê Şengalê re sand.


Piştî ku hêzên YPG/YPJ’ê korîdora mirovahiyê ya di navbera Rojavayê Kurdistanê û Şengalê de ji nû ve vekirin, Rêxistina Alîkariyan a Rojavayê Kurdistanê tavilê miqdareke alîkariyan, madeyên xwarinê û nivîn ji kurdên êzdî ku ev 3 meh in di çiyayê Şengalê de asê mane re sand. Alîkariya ku hatiye şandin, ji 2 kemyonên mezin pêk dihat. di van kemyonan de 22 ton ji madeyên xwarinê yên wekî “birinc, sava, zeyt, makerone, salçe, kansirwa, şekir, çay, 100 nivîn û tonek cil” pêk dihat.


Hêjayî gotinê ye ev cara duyemîn e, piştî ku rêveberiya kampa Newroz û rêxistina Asûrî ya Demokratîk cara yeke alîkarî şandin.


(zt)