Gerilla Dunya di nava gule baranê de li Celawla ala daleqand
08:54
Zeynep Dicle/JINHA
KERKUK – Gerila Dunya ya k udi nava şer û gulebaranê de li Celawla alaya DAIŞ’ê ji serê dîreka herî bilind aniyi xwarê û alaya HPG’ê bi cihê wê ve kirî hestên xwe hiwa anî ziman: “Di destê min de xwîn hat xwarê. Li gel her tuştî jî wê kêliyê min xwe gelek şanaz hîs kir. Wê kêliyê hestên ku ez nikarim rave bikim min jiyan kir.”
Li bajaroka Celawla ya navçeya Xaneqîn ya Herêma Federala Kurdistanê dem dirêj di navbera hêzên HPG, YJA STAR, pêşmergeyan û çeteyên DAIŞ’ê de şer berdewam bû. Herî dawî berî mehekê Celawla ji destê DAIŞ’ê hat rizgarkirin. Her çendî ku berî niha mehekê Celawla hatibe rizgarkirin jî lê dîmenek yê hîna di medyayan de digere û di hişê her kesê de zindî xwe dide jiyan kirin heye. Ew dîmen jî jinek gerila ya ku bi cesaretek mezin din ava barandina guleyan de alaya HPG’ê bûye bi serê dîreka herî bilind ya Celawla ve kiriye. Jina ku bi cesareta xwe tayîbetî jî pêşmerge şaşwaz kirî Dunyaye. Dunyaya Colemêrgî 20 saliye û di sala 2010’an de beşdarî nava refên HPG’ê bûye. Dunya ya kul i gelek deverên Parastina Medyayê maye niha jî li eniya Kerkuk li hemberî çeteyên DAIŞ’ê şer dike.
‘Gerilaya bi al’
Hevalên Dunya ji bo wê “Gerilaya bi ala” dibêjin. Hevalên Dunya diyar kirin ku beriya li Dunya li Celawla alayê daleqîne her dem li gel wê alayek hebû. Dunya jî wiha dibêje: “Ji dema ku ez ji çiyan hatim eniya Kerkuk heya niha her dem li gel min alayek heye û ez wê li gel xwe digerînim. Ala hêzê dide min û ji bom in weke giyanek manewiye Li gel min be weke ku hemû hevalên min yên şehîd li gel minin.” Dunya da zanîn ku her dem alaya YJA STAR û HPG’ê li gel wê hebû, lê dema ku ala daleqandî tenê alaya HPG’ê li gel wê hebû û wiha got: “Xwezî wê kêliyê alaya YPJ STAR jî li gel min hebana. Minê her du bi hev re daleqandana. Dê wê demê zêdetir bi wate bana.”
‘Ez din ava gulebaranê de daketim ser dîregê’
Dunya detayên operasonê jî wiha tîne ziman: “Di dema operasonê de despêkê em ketin Celawla. Pêşmergeyan bi çekên giran lê dixistin. Bi lêdanê re me êrîşî Celawla kir. Dema ku ez ketim hindirê bajarok despêkê bi dîreka herî bilind ve daleqandina alaya DAIŞ’ê bala nin kişand. Min ji xwe re got divê ‘ez vê alayê bînim xwarê.’ Şer giran bû lê hîna çavê min li wê alayê bû. Ala bi dîreka herî bilind ya Celawla ve bû. Ez ne şaş bim dîrek bi qasî 250 metreyan bilind bû. Ji xwe bi qasî saetekê ez gihiştim serê dîrekê. Her ku gule ber min re derbas dibûn, min ji hevalan re digot: ‘min bi parêzin’ û cardin jî min berdewam dikir.”
‘Di destê min de xwîn di hat xwarê’
Mine w alaya her dem li gel xwe di gerand bi cihê alaya DAIŞ’ê ya ku bi hêsinekê ve kiribûn û bi heman dîrekê ve kiribûn daleqand. Alaya DAIŞ’ê gelek mezin bû. Dema kum in alaya DAIŞ’ê anî xwarê ez gelek ketim zorê. Di destê min de xwîn hat xwarê. Li gel her tuştî jî wê kêliyê min xwe gelek şanaz hîs dikir. Wê kêliyê hîsên ku nayên îfadekirin min jiyan kir. Wê demê min ji xwe re digot: ‘Emê li her deverên Kurdistanê wiha alayê daleqînin. Dê alaya me li her deverên Kurdistanê li ba bikeve û dê xeyalên hevalên me yên şehîd bên cîh.”
(zt)

