Çeteyên DAIŞ'ê yên ji Kobanê reviyan ji aliyê leşkeran ve tên parastin?
09:25
JINHA
RIHA - Kobaniyê bi navê Hemed Cemal diyar kir ku wî dîtiye 6 çeteyên DAIŞ'ê yên ji Kobanê reviyane, ji aliyê leşkerên Tirk ve hatine wergirtin, leşkeran ew li wesayîtê siwar kirine û birine. Hemed anî ziman ku leşkerên li ser sînor nobed digirtin, ji komeke din a çete ya ji bo revê hatibû ser xeta sînor gotin, "Neyên vî alî, li vî alî terorîst hene" û ew hişyar kirine.
Çeteyên DAIŞ'ê yên ji operasyonên YPG/YPJ'ê yên paqijkirina Kobanê derbên giran xwarin, hewil didin ji ser xeta sînor a Tirkiyeyê ji Kobanê birevin. Ev reva çeteyan, ji aliyê nobedarên berxwedanê yên sed roj in li ser sînor e, tê tespîtkirin. Berxwedêr dibêjin, ji tirsa berxwedêrên li ser xeta sînor, çete nikarin bi hêsanî birevin.
Kobaniyê bi navê Hemed Cemal ê dibêje; wî dîtiye 6 çeteyên ji nuqteyeke di navbera gundên Etmanek û Mehser ên Pirsûsê derbas bûn û teslîmê leşkerên Tirk bûne, bi vî rengî behsa şahidiya xwe kir: "Pêr bi êvarê saet di 20'an de, dengê pevçûneke dijwar ji Kobanê dihat. Mij hebû, baran jî dibariya. Piştî 6 kesên ku leşkeran ew bi xwe re birin em nizanin birin ku, komeke din hewl da derbasî vî alî bibe. Ji ber ku leşkeran dizanîbû em li vî alî nobedê digirin, em nîşan dan û gotin, 'Bi vî alî ve neyên, li vir terorîst hene." Hemed diyar kir ku çend hevalên li cem wî jî ji vê yekê re şahidî kirine û got, "Ew jî vegeriyan. Me dîtin ku vegeriyan. Lê em nizanin bi ku ve çûn."
(zt)

