Li Girtîgeha Urmiyê di roja 33’an de gireva birçîbûnê bidawî bû
09:44
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên kurd, piştî 33 rojan, bi daxuyaniyekî bi dawî bû. Di daxuayniyê de tê gotin ku girtî greva xwe ya birçîbûnê serkeftî dibînin û ji bo wê jî dawî li vê çalakiyê tînin.
Daxuyanî wuhaye:
“Em girtiyên siyasî di Girtîgeha Ûrmiyê de 33 roje ji bo bidawî anîna zext û tehdîdên komara îslamî di greva birçîbûnê de ne. Di encama nerazîbûnên me de, berpirsên komara îslamiya Îranê bi me re axivîn û diyarkirin ku nêzî 40 kes ji zindaniyên edlî veguhestine beşên din û 13 girtiyên siyasî jî ku beriya niha şandinbûn beşên din dîsa vegerandine beşa 12’emîn a zindanê. Herwiha soz dane ku ger greva birçîbûnê bidawî bibe, ewê daxwazên me têxin meriyetê. Ji bo wê jî me biryar girt ku em dawî li çalakiya xwe bînin û me bangavaziya KODAR’ê erênî bersiv da. Herwiha em wek girtiyên li Girtîgeha Ûrmiyê, sipasî û rêzên xwe pêşkêşî hemû gelê xwe dikin ku di vê pêvajoyê de bi xebatên cur be cur piştgiriya me kirin û em bi tenê nehiştin.
Girtiyên Girtîgeha Ûrmiyê”
(zt)

