Operasyona rizgarkirina Şengalê berdewam dike

09:58

JINHA


ŞENGAL - Operasyona rizgarkirina Şengalê di roja çaran de berdewam dike. Çar taxên navenda Şengalê ji çeteyên DAIŞ hatin paqijkirin, şer û pevçunên dijwar hêjî berdewam dikin herku diçe hêzên hevpar pêşve diçin. 


Operasyona azadkirina Şengalê ya ku ji aliyê hezên YPG-YPJ, HPG-YJA Star û hezên YBŞ’ê ve hatî destpêkirin didome.  Operasyona ku di 19’ê mehê de hatî destpêkirin di roja çaran de dewam dike. Hêzên operasyona rizgarkirina Şengalê piştî korîdora di navbera Şengal û Rojavayê Kurdistan’e de vekirin, navçeya herî mezin ya Şengalê Xanesor jî ji çeteyên DAIŞ’ê paqişkirin û ew navçe bi temamî ket bin kontrola hezên gerîla de. Li navenda bajar jî heya niha 4 tax  ketine bin kontrola gerilla û hezên pêşmergeyan de. Taxên bi navê Sukê Serî, Sîke, Berberojk bi tamemê di destên gerîla û pêşmergan de ye. Taxa Hay Nasr jî niviyê wê ketiye bin destê gerîla û pêşmergeyan de şer û pêvçun hîna li wê taxê berdewame.


Herwiha duh bi şev jî gerîlayan li taxa Hay Nasr çalakiyek li ser çeteyan derxist û di encam de 2 çete hatin kuştin. Termê çeteyek yê binavê Ebu Taybe û gelek cebilxane ket destê gerîlayan.


(zt)