Welatî ji ber rêya xerab û qamyonên AFAD'ê bi bertek in!
10:05
JINHA
RIHA - Welatiyên di navabera gundê Overlerê û Hûmayê ya naveçeya Karakopruyê ya Rihayê de dimînin ji ber ku her roj qeza pêktê bertek nîşanî rêya bejahiyê, qeymeqam û walî dan. Rêya ji aliyê gundê Çarmelîkê yê girêdayî Hewagê û têhêla Pirsûsê derdikeve li ser otobanê her roj qeza derdikevin holê. Ajokarê qamyona AFAD'ê Mehmet Guler bertek nîşan da û got ku qamyona wî herî zêde 30 tone û zêdeyî 40 ton lê bar dike. Mehmet da zanîn ku rêveberiya AFAD'ê seferên zêde bar li qamyonê wan bar dike û anî ziman ku em di vê rêya teng de her roj dikeve rêya mirinê.
Welatiyên di navabera gundê Overlerê û Hûmayê ya naveçeya Karakopruyê ya Rihayê de dimînin ji ber ku her roj qeza pêktê bertek nîşanî rêya bejahiyê, qeymeqam û walî dan. Rêya ji aliyê gundê Çarmelîkê yê girêdayî Hewagê û têhêla Pirsûsê derdikeve li ser otobanê her roj qeza derdikevin holê. Ji ber ku rê xerabûye û serê wê dikev li ser otobanê tu nîşane li ser tuneye, ajokarên li ser wê rêyê de biçin teqez jiyana wan di xeteriyê de ye. Qamyonên ji bo konbajarên AFAD'ê xizê bar dikin û di barkirina xizê de jî zêde bar dikin her roj bê kontrol derdikevin li ser rê û dibe sedema qezayan.
Welatiyê li gundê Çarmelîkê dijî û ajokarê servîsa xwendekaran Muslum Beşaltî bertek nîşan da û diyar kir ku ji ber sedema rê nexweşin bi sedan qeza rûdane. Muslum anî ziman ku ji ber sarsariya rayedaran hîn jî qeza pêk tên û wiha got: "Ez her roj xwendekaran dibim dibistanê. Ev rê gelek xerabe, li aliyekê qamyûnên AFAD'ê yên xizê dikêşin hem jî rê ji ber ku xerabe. Ji ber vê sedemê jiyana zarokan dikeve metirsiyê. Dema ez di vê rê de derbaz dibim hertim duayan dikim. Rojek berê jî qamyona AFAD'ê li wesayîta TMMOB'ê qelipî û 4 kes birîndarbûn. Dîsa di vê rê de tu nîşaneyên rê tuneye. Me weke ajokar bi sedan car serî li rêveberiya bejahiya rê, qeymeqam û walîtiyê da lê belê tu bersiv nedan me. Eger ev helwest dewam bike em ê serî li çalakiyên rê girtinê bidin."
'12 parlamenterê Rihayê hene lê kes li rewşa wan napirsin'
Welatiyê bi navê Mehmet Guneş bertek nîşanî rêveberiya bejahiyê da û anî ziman ku ev rê nêzî 100 gundane, dema kesek bi nexweş dibe em li ser vê rê dibin nexweşxanê çavên me derdikevin. Mehmet derbirî ku firehiya vê rê 2 metreye û rêyek bi tevgere û ev tişt got: "Pêwîstî bi vê rêya biçe Pirsûsê û Hewagê heye. Dewlet erdê me ji me digre û bendavan çêdike. Li ser vê yekê jî elektirkê nade me. Dewlet ji bo hin pirojên xwe bi sedan welatiyan li xwe neçar dihêle. Em vergiya xwe didin. Lê mixabin dewlet xwîna me dimêje. Dîsa li ser vê hemûyê re kamyûnên AFAD'ê û dewelet rêyên me xirab dikin û her roj dibe sedema qezayan. Tu ewlehiya canê me tuneye. 12 parlamenterê Rihayê hene lê kes li rewşa me napirsin, tenê ji bo hilbijartinê tên ji xwe gotinên wan zêdtir jî derewin."
'Dema em derdivin li ser rê mirin dikeve pêşiya me'
Ajokarê qamyona AFAD'ê Mehmet Guler bertek nîşan da û got ku qamyona wî herî zêde 30 tone û zêdeyî 40 ton lê bar dike. Mehmet da zanîn ku rêveberiya AFAD'ê seferên zêde bar li qamyonê wan bar dike û anî ziman ku em di vê rêya teng de her roj dikevin li ser rêya mirinê.
(kom/zt)

