UTARAMA ji bo jin û zarokan kampek 3 rojan vekir
10:09
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Saziya Jinan UTARAMA, ji bo dayik û zarokan kampek 3 rojan lidar xist û pirsgirêkên di nava civakê de lê rast tên, nîqaş kirin.
Saziya Jinan UTAMARA ku navenda wê li Elmanyayê ye û li gel kampanyeyan mora xwe avêtiye binê gelek xebatên ji bo jinan, di 19-21'ê Kanûnê de ji bo jin û zarokan kampek organîze kir. Di kombûna bi navê "Dayik û Zarok, jiyana wekehev û perwerdekirina zarokan bi rêbazên demokratîk" komek ji jin û zarok li hev civiyan.
Dayikan di nava sê rojan de li ser rastiya civakê, zayendperestiya civakê, zext û zoriya tên jiyîn û li hemberi rastiya paşverû alternatîfa pêwîst, nîqaş kirin. Zarok jî bi awayekî aktîf beşdarî bernameya zarokan ya ku ji aliyê mamosteyan ve hatibû amadekirin bûn. Zarokan di çarçoveya vê bernameyê de nêrîn û xeyalên xwe bi tîma UTAMARA re parve kirin.
Her wiha bi bernameyeke çandê re, jinan bi muzîk, çîrokbêjî û govendê kêliyên bi coş derbas kirin. Li dû van her sê rojan dayik û zarok vegeriyan mala xwe.
(zt)

