'Emê bi nêrînek komînal jiyana azad avabikin'
11:27
JINHA
AMED - Hevşeredara Cizîrê Leyla Îmret diyar kir ku, bi dûrişmeya "Em axa, av û enerjiya xwe komîn bikin, jiyana azad û demokratîk ava bikin" wê dewlemendiya herêmê bi gelê xwe re parbikin û got: "Em bi parkirina av û axa xwe dikarin komînalbûnê avabikin. Emê bi nêrîna komînalbûnê li kurdistanê jiyana azad û demokratîk avabikin. Bi paradîgma û felsefeya bi rêz Abdullah Ocalan wê pêşeroja me ronîbibe."
Dibin dûrişma "Em axa, av û enerjiya xwe komîn bikin, jiyana azad û demokratîk ava bikin", li Amedê konferansa jinên rêvebiriyên heremî yên DBP'ê pêkhat. Di konferansê de dewlemendiyên ser erd û bin erd yên heremê û xirabûna hevsengiya ekolojîk hat nîqaş kirin. Li beramberî wê jî ev nêzî salekê ye xebatên abori yên atolye, komxebat û konferansan pêkhatine. Rêvebiriyên herêmî bi konferansa herêmî ve riyek dirêj dan li ber xwe.
'Gelê me her bi xizanî jiyan kiriye'
Yek ji delegeyê konferansê Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret, diyar kir ku, ew konferansê gelek girîng dibîne û pêwistî bi pêşengtiya jinan di rêvebirina komînê de hatiye ditin. Leyla dest nîşan kir ku li beramberê ewqas dewlemendiyên herêmê cardin gel di nava xizaniyê de dijîn û wiha berdewamî da axaftina xwe: "Pergal heya niha her dem ax, av û enerjiya me ya herêmê ji bo berjiwandiyên xwe bi kar anine û dagir kiriye. Ji ber vê yekê gelê me di nava dewlemendiyê de bi awayek xizan jiyana xwe domandiye."
'Di xwezaya jinan de parvekirin heye'
Leyla bal kişand ser rola jinan di avakirina jiyana komînal de û destnîşan kir ku pêwîste hemû hevserokên jin rola xwe di jiyana komînal de bi awayek xort bileyzin. Leyla da zanîn ku xweza û jin di nava hevpariyek de dijî û wiha got: "Ji ber ku jin bi xwezayê û axê ve girêdaye. Ji ber vê yekê em dibêjin pêwîste jin tekoşîna xort bide. Cardin pêwîste jin hîn zêdetir giranî bide xwezaya xwe. Di vê di serî de jin av û axa xwe komîn bike. Ji xwe di xwezaya jinê de parvekirin heye, bi xwezaya xwe ve girêdaye. Ji ber vê yekê di avakirin û pêşengtiya jiyana komîn de wê hêsantir be ji bo jinan."
Leyla diyar kir ku dewlemendiyên herêmê gelek zêdene, ji bo wan dewlemendiyana nîqaşên hevbeş hatine meşandin û vê nîqaşê jî gelek gîrîng dîtiye. Leyla da zanîn ku pêwîstî perwerdeyên hişmendiyê dane xort kirin heye û wiha dewam kir,"Çemê Dîcleyê heye, bi vê yekê re em hewaya paqij distînin. Ji ber dewlemendiya axa herêmê tovên lê şîndibin jî gelek pîrozin. Ji bo gel jî 'hûn tû car ne dêndarê pergalê ne,ax û av jî yê weye'. Van mijaran heya ji destê me tê em hewil didin bi gelê xwe bidin famkirin û pêwîste li her derê ev xebat bê meşandin."
'Paradigmaya bi Rêz Ocelan ewê pêşerojê ronî bike'
Leyla dest nîşan kir ku, ne tenê li herêma Cizîrê wê li hemû herêman dest bi avakirina jiyana demokratîk azad a komînal bikin û konferansê jî bi wê nêrînê dane despêkirin. Leyla bi bîrxist ku dûrişmeya Konferansê gelek car ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve hatiye ser ziman û wiha dom kir: “Emê weke Navenda Konferansa Jinên Rêveberiyên Heremî bi duruşme ‘av, ax û enerjiya xwe komunal bikin û jiyana azad û demokratîk avabikin’ xebatên xwe berdewam bikin û ev mafê meyê herî xwezayiye. Ez di wê baweriyê deme ne tenê herêma Cizîrê emê bi vê rêvazê jiyana azad û demokratîk li seranserê Kurdistanê avabikin. Dê bi paradîgma û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan pêşeroj ronî bibe.”
(rt/zt)

