Ji Kobanê re silava roja 100'emîn

12:06

JINHA


RIHA - Berxwedana Kobanê di roja 100'emîn de berdewam dike û bi sedan kesên di nav de malbata Şervana MLKP'ê Sîbel Bulut (Eylem Denîz) a ku di 12'ê kanûnê de li Kobanê jiyana xwe ji dest da hatin gundê Mehser û berxwedana Kobanê bi dirûşmeyan silav kirin.

Berxwedana Kobanê di roja 100'emîn de berdewam dike. Şervanên YPG û YPJ'ê derbeyên mezin li çeteyên DAIŞ'ê didin û ligel berxwedana Kobanê nobeta berxwedê ya li sînorê ji berdewam dike. Her roj bo piştgirtiyê bidin berxwedana Kobanê li sînor zîncîra mirovan pêk dihat û îro careke din hate dubarekirin. Malbata Şervana MLKP'ê Sîbel Bulut a ku di 12'ê kanûnê de li Kobanê jiyana xwe ji dest da jî hatin gundê Mehserê û tevlî çalakiya zîncîra mirovan bû. Dayîka Sîbel Bulut Zekiye Bulut di dema çalakiyê de wêneyê keça xwe hilgirt û dirûşmeyên "Bijî berxwedana Kobanê", "Bijî berxwedan YPG/YPJ", "Bijî berxwedana Şengalê" û "Ji Îmraliyê re hezar silav" berz kirin. 

'Em bi Sîbelê serbilind û şanaz in'

Dayîka Sîbel Bulut Zekiye Bulut piştî çalakiyê daxuyanî da û wiha got: "Ez her tim bi Sîbel ê serbilind û şanaz im. Niha jî ez bi şahadeta wê serbilind im. Ew tenê şehîda me na ya hemû gelên mazlum e. Êdî bila tu kes nemire." Birayê Sîbelê Onur Bulut jî diyar kir ku xwîşka wê di riya nirxên pê bawer de jiyana xwe ji dest da û wiha got: "Şer kurdan neda destpêkirin. Lê dê kurd xilas bikin. Pêvîst be em jî dê biçin Kobanê û şehîd bikevin."
Malbat pişt re ji bo konbajaran ziyaret bike berbi Pirsûsê ve bi rê ket.
(zt)