Rejîma Îslami ya Îranê ser sînor carekdinê kurdek qetilkir

12:58

JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN- Pasdarên Rejîma Îslamî ya Îranê kurdê bi navê Azad Etmenî li Rojhilatê Kurdistanê gulebaran kirin. Di encama gulebaranê de Azad Etmanî jiyana xwe ji dest da.


Hemwelatiyê kurd yê bi navê Azad Etmenî ku li gûndê Dişwane yê bajarê Selmasê debara mala xwe bi karê qaçaxtiyê dike dema duh êvarê ji bo benzînê ji Rojhilat derbazî Bakûrê Kurdistanê bike, ji aliyê pasterên Îran ve hat gulebaran kirin. Di encama gulebaranê de Azad Etmenî yê 35 salî jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku Azad Etmenî zewicî û bavê 3 zarokane.


(zt)