Aysel Tugluk: AKP li şûna Kurdan DAIŞ’ê tercih dike
13:19
JINHA
RIHA - Parlamentera serbixwe ya Wanê Aysel Tugluk li ser navê Koordînasyona Krîza Kobanê daxuyaniyek da û diyar kir ku AKP li şûna Kurdan, DAIŞ’ê tercîh dike. Aysel da zanîn ku qurbaniyên sereke yên Sykeys-Pîcot gelê kurd e û wiha got: “Ev pergal bi berxwedana Kobanê re mahkumê çareseriyê ye. Divê saziyên alîkariyê demildest têkevin nava tevgerê û li dijî nêzîkatiya AKP’ê ya li dijî penaberên bi hestiyar tevbigerin.”
Koordînasyona Krîzê ya Kobanê li ber şaredariya Pirsûsê daxuyaniyek da. Parlamentera serbixwe ya Wanê Aysel Tugluk û Kemal Aktaş, parlamenterên HDP’ê Îbrahîm Ayhan, Faysal Sariyildiz û malbata Sîbel Bulut, hevşaredara Pirsûsê Zuhel Ekmez û rêveberên DBP’ê tevli daxuyaniyê bûn.
Divê korîdor bê vekirin
Aysel daxuyanî xwend û got koordînasyona krîzê ya Rojava ya ku ev 3 mehe hatiye avakirin hewcedariya 190 hezar Kobaniyê pêk aniye û wiha got: “Hikûmet AKP’ê der barê hewcedariya Kobaniyan de tu tiştek nekiriye û li pêş me astengiyan derdixin. Faliyetên me meşandine wekê AKP’ê kiriye hat nîşan dan. Walîtiya Mereşê Konbaniyê li wir avêtin kolanan û tu daxuyaniyek nedan. Hêj korîdora mirovahiyê nehatiye avakirin. Ev helwest piştgiriyê didin DAIŞ’ê.”
AKP DAIŞ’ê tercîh dike
Aysel bi lêv kir ku serokomar Erdogan bi dijminahî nêzî têkoşîna azadiya gelê Rojava dibe û got: “Sûriyeyek çawa dixwazin nîşan dane. AKP li şûna Kurdan DAIŞ’ê tercih dike û nêzîkatiya xwe ya li dijî pêvajoyê nîşan dide. Li dijî Kantonên Rojava tehemul nake. Li şûna Kobanê Helebê derdixe pêş. AFAD’ê tenê 10 hezar Rojavayiyan li konbajaran dihewîne. 180 hezar jî bê alîkarî dimînin.”
Aysel bi lêv kir ku AKP van alîkariya çawa bikartîne bila demildest aşkera bike û got: “Ji 5 depoyên girêdayê Koordînasyona me alîkarî tên kirin. Li 5 konbajaran 11 hezar Kobanî dimînin. Li Pirsûsê 42 hezar Kobanî li malan hatin bicihkirin. Li navenda rihayê 69 hezar û 600 rojavayî alîkariyên medigirin. Em alîkariyê didin yên Sesmur, Amed, Meletî, Êlih, Mêrdîn, Dîlok, Antalya û Hatayê.”
(zt)

