YPG: Li Kobanê û Til Hemîsê şer berdewame

14:23

 


JINHA


KOBANÊ – Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di operasyona paqijkirina Navenda Çand û Hunerê ya Kobanê de şervanekî YPG’ê ku birîndar bibû, jiyana xwe ji dest daye. YPG'ê diyar kir ku şer û pevçûnan şevê din jî dom kiriye. Her wiha li bakurê bajaroka Til Hemîsê ya Qamişloyê di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de pevçûnên dijwar rû dan.

Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: “Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên bi armanca dagirkirina Kobanê di roja 99'an de dewam dikin. Şeva derbasbûyî hêzên me li eniya başûr-rojhilat li navenda çand û hunerê û derdora wê operasyonek pêk anîn û piştî vê operasyonê lêgerîna li herêmê dewam dike. Di encama vê operasyonê de hevalekî me birîndar bibû û tevî hemû hewldanan jî nehat rizgarkirin û gihîşt şehadetê. Şevê din dema ku hêzên me xebatên lêgerînê dimeşandin di navbera wan û komên çeteyan de şer derket. Di vî şerî de hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehate tespîtkirin.”

Li Til Hemîsê şerê dijwar 

YPG'ê ragihand ku şevê din li bakurê Til Hemis, li derdora gundê Ebû Quseyb di navbera hêzên YPG û komên çeteyan de şer qewimiye. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku şerê li vê herêmê heta danê sibehê dom kirine, lê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat tespîtkirin. Şerê li vê herêmê îro heta danê sibê dewam kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di vî şerî de 4 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dane.

(zt)