Malbata Sîbel Bulut konbajarên Pirsûsê ziyaret kir

15:17

JINHA


RIHA  - Malbata Şervana MLKP'ê Sîbel Bulut a ku di 12'ê kanûnê de li Kobanê jiyana xwe ji dest da bû welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê penaberbûne ziyaret kir.


Malbata Şervana MLKP'ê Sîbel Bulut a ku di 12'ê kanûnê de li Kobanê jiyana xwe ji dest da bû welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê penaberbûne ziyaret kir. Despêkê konbajarê Sûphî Nejat Agirnaslî pişt re jî konbajarê Arîn Mîrxan ziyaret kir. Malbata Bulut bi malbatê Kobanê  gohdar kirin û di derbarê jiyana wan de agahî girtin. Dayka Sîbel Bulut Zekîye Bulut diyar kir ku jiyana kampan pir dijwar e û ji bo pêdiviyên wan her kes ji bo gelê Kobanê seferber bibin.


Bavê Sîbel Bulut Mûrat Bulut jî destnîşan kir ku rewşa penaberan dibin şert û mercên giran de dijîn û wihagot: "Yên bûn sedema vê koçberiya xwedî li cem wan nehêli. Çeteyên DAIŞ'ê bi awayekî hovane êrîşî Kantona Kobanê kirin û bihezaran kes ji welatê xwe wêranbûn. Em her tim li cem gelê Kobanê ne."


(kom/zt)