'Ji bo xatirê hêsirên dayikan Kobanê dê azad bibe'
10:26
JINHA
RIHA - Nivîskar û dîrokzan Mursel Yildiz ku nêzî 3 meh in li ser sînorê Kobanê û Pirsûsê di çalakiya nobedê de ye ev tişt anî ziman: "Ji bo xatirên hêsirên dayikan Kobanê dê azad bibe."
Nivîskar û dîrokzan Mursel Yildiz ev nêzî 3 meh in li ser sînorê Kobanê û Pirsûsê di çalakiya nobedê de ye. Welatiyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçarman ku cih û warê xwe biterikînin. Mursel ê ku li wargehên ji konbajaran ên kobanî lê dimînin weke xebatkarekî dildar dixebite, li ser sînor û kampan diman rojnivîsk digirt. Mursel diyar kir ku berxwedana Kobanê li cîhanê mînak e û "Kobanê êdî ne navê bajarokekê ye. Kobanê bû sembola berxwedanê. Êdî her kes navê şervanên YPG/YPJ'ê dizanin."
'Kobanê bû ye weke felsefe, bîrdozî û manîfestoyekê'
Nivîskar û dîroknas Mursel bi lêv kir ku ji bo Kobanê divê gelê kurd li ser lingan be û wiha got: "Kobanê plansaziyên hemû dagirkeran vala derxist. Li hemberî çekên giran ev 101 roj in têdikoşe. Ji ber vê yekê Kantona Kobanê bûye wek felsefe, birdozî û manîfestoyekê. Divê di serî de rewşenbîr û hemû mirovên li hêla gelên mazlûm in bên ser sînorê Kobanê. Serfiraziya Kobanê ne tenê ya gelê Kurd e, rizgariya hemû gelên Rojhilata Navîne. Her çiqas me gelek tişk kiribe jî xuyaye em kêm mane. Divê her kes werin ser sînor, li wargehan li cem gelê me be û birînan bipêçin. Divê her kes li hemberî van çeteyên hovanê rawestin û tevlî berxwedanê bibin."
'Tirkiye ji bo şoreşa Rojava bi fetisîne serî li lîstikên qirêj didin'
Mursel da zanîn ku dema li ser sînor disekinî, dayikên zarokên wan li Kobanê ji bo welatê xwe û ji bo mirovatiyê li hemberî çeteyan şer dike dinêrin û dûa dikirin. Mursel destnîşan kir ku ji bo xatirê rûndikên çavên dayikan nabe Kobanê bikeve û ev tişt got: "Ji bo xatirê van dayikan nabe em bihêlin Kobanê bikeve bin destên çeteyan. Zarokên wan li ber çavên wan tên bomberan kirin. Ligel her tiştî jî li benda azadiya welatê xwe ne. Em zanin ku çeteyên DAIŞ'ê ji dewleta tirk jî hêzê distînin. Em dijminê xwe baş nas dikin. Dewleta Tirkiyeyê ji destpêkê ve li hemberî Şoreşa Rojava ye û ji bo vê şoreşê bifetisîne lîstikên qirêj dilîze. Bila êdî dest ji vê feraseta xwe berd. Êdî tu hêz nikarîn bin şervanên YPG û YPJ'ê."
(rt)

