Berê ciwanên Kobaniyî li Kobanê ye
10:44
JINHA
KOBANÊ-Li navenda bajarê Kobanê 'Operasyona Paqijiyê' ya YPG/YPJ'ê li dijî çeteyan dane destpêkirin, dewam dike. Ciwanên ji Kobanê jî, ji bo cihê xwe di nava berxwedana dîrokî ya 100 roj li dû xwe hişt cih bigirin, vedigerin. Li gorî agahiyan, vegera li ser banga KCK'ê zêde bûye.
Berxwedana dîrokî ya şervanên YPG û YPJ'ê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê, zêdeyî 3 meh li dû xwe hişt û 'Operasyona Paqijiyê' ya YPG/YPJ'yiyan li navenda bajêr li hemberî çeteyan dan destpêkirin, bê navber dewam dike. Ji bo tevlî vê pêngavê bibin, ciwanên Kobaniyî kom bi kom cihê xwe di nava refên YPG û YPJ'ê de digirin. Ciwanên Kobaniyî yên di rojên destpêkê yên êrîşê de ji ber xeteriya komkujiyê bi malbatên xwe re derbasî Pirsûsê bûn anîn ziman ku wan nikarîbûn li dagirkirina xaka xwe temaşe bikin, lewma vegeriyane Kobanê û di nava berxwedana dîrokî ya YPG û YPJ'ê de cih girtine. Hat ragihandin ku vegera li kobanê piştî banga 'Divê ciwanên Kobaniyî vegerin û şer bikin' a KCK'ê zêde bûye.
‘Ez li dijî yên êrîşî jinên kurd dikin şer dikim'
Ji ciwanên Kobanê yên di hefteya dawî de vegeriyane Kobanê Sîlva Kobanê da xuyakirin ku ne tenê ji bo Kobanê ji bo azadkirina tevahiya Rojava ew dixwaze şer bike û got, "Li dijî dijminê ku dixwaze jinên Kurd ji xwe re bike kole, ez hatime şer bikim. Mîna li Şengalê, li Kobanê û tevahiya Kurdistanê wê çete bên avêtin. Divê tevahiya ciwanên Kobaniyî tevlî berxwedanê bibin, ji ber ku di dema herî kurt de serketin wê ya me be."
'Min dît ku jin li ber xwe didin'
Keça ciwan Hêvî Miştenûr a 3 mehan bi malbata xwe re li Pirsûsê ma û piştre vegeriya Kobanê û tevlî berxwedanê bû got, "Ji çar aliyên Kurdistanê ciwan ji bo parastina Kobanê tevlî berxwedanê bûn. Di rewşeke bi vî rengî de li min zehmet bû ku li bakur rûnêm." Hêvî Miştenûr diyar kir ku ew ê bihostek xaka Kobanê jî ji çeteyên DAIŞ'ê re nehêlin û got, "Ji bo cihê xwe li cem hevalên xwe bigirim, tevlî YPJ'ê bûm. Vê berxwedanê nîşanî min da ku jin dikare rahêje çekê û ji bo parastina xaka xwe şer bike." Hêvî Miştenûr bang li tevahiya jinên Kobaniyî kir ku tevlî berxwedanê bibin û rûmeta xwe biparêzin.
'Bila ciwan vegerin'
Ciwanê bi navê Hozan ê beriya hefteyekê vegeriya jî destnîşan kir ku ji bo parastina gel û xaka xwe ew bi biryar e. Hozan got, "Em soz didin em ê Kobanê ji çeteyan paqij bikin. Divê gelê me êdî li xaka xwe vegere. Ji ber ku çete li pêşberî derbên xwarî, neçar dimînin vekişin." Ji ciwanên vegeriyan Kobanê Ocalan jî diyar kir ku mîna hevalên xwe, ji bo çeteyan ji Kobanê derxîne ew tevlî YPG'ê bûye û got, "Roj bi roj em bi pêş ve diçin. Divê ciwanên Kobaniyî êdî vegerin û tevlî parastina xak û welatê xwe bibin."
(rt)

