Li Qoserê serde girtina mal û cihê kar
12:20
JINAH
MÊDÎN- Li Qoserê serde girtina hemdemî li ser mal û cihê kar de gelek kes hatine bin çavkirin.
Li Navçeya Qoserê ya Mêrdînê di saetên sibê de, li ser gelek mal û cihê xebata serde girtin despêkir.Di serde girtina sibê ya hemdemî de, li taxa Turgut Ozal û Atatûrk gelek kes hatine bin çav kirin.Li gorî agahiyê kesên hatine bin çav kirin navê wan eve:Ramazan Gûltekîn,Mehmet Gûltekîn,Rifat Gûltekîn,Çelebî Acar,Abdulkadîr Kuday,Ramazan Bîlge û Alaattîn Bulute.
Hat zanîn ku Rêvebirên DBP’ê ya Navçê jî di navde bi hinceta ku tevlî çalakiyên 6-7’ê mijdarê ya şermezar kirinê êrîşên li ser Kobanê bûne, ew li Mûdîriyetê Emniyeta Qoserê tên girtin.
(rt)
