Di roja 101. a berxwedanê de silava dayikan

12:26

JINHA


RIHA -Dayikên Aştiyê yên ji Wan û Dîlokê jî di nav de bi sedan kesî, li ser sînorê Kobanê bi çalakiya zincîra ji mirovan re, şervanên YPG/YPJ'ê silav kirin.


Berxwedana rûmeta mirovahiyê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê tê dayîn, di roja 101. de dewam dike. Nobedarên berxwedanê yên li ser sînorê Kobanê-Pirsûsê jî bi çalakiya zincîra ji mirovan, ev berxwedana mezin silav kirin. Bi sedan kesên ku piraniya wan ji dayikên aştiyê yên ji bajarên Wan û Dîlokê pêk dihat, mîna her rojê îro jî li ser sînor bi destê hev girtin û ji bo zarokên xwe yên li nava refên YPG/YPJ'ê destanê dinivîsînin, dûa kirin. Çalakiya zincîra ji mirovan a bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, bi qîrîna dirûşmên "Bijî Berxwedana Kobanê","Bijî Berxwedana Şengalê","Biji YPG/YPJ" û "Ji Îmraliyê re hezar silav" bi dawî bû.


(rt)