'Birayên' leşkeran wesayîtên Kobaniyan didizin
14:07
JINHA
RIHA - Leşkerên Tirk ên li êrîşa çeteyan a li hemberî Kobaniyên û dizîna wesayîtên wan temaşe kirin, bi anonsa "Birayên me, hûn niha li xaka Tirkiyeyê ne, vekişin" çete hişyar kirin.
Kobaniyên piştî êrîşa çeteyan a bi çekên giran a li gundê Elîşarê xwe li qereqolê girtin, hînê li qereqolê tên ragirtin. Çete jî wesayîtên Kobaniyan ên li herêma di bin kontrola leşkerên Tirk de ne, yek bi yek didizin. Li ser vê yekê nêzî sed kesên ji Pirsûsê hatin cih bûyerê, nerazîbûn nîşanî leşkeran dan. Piştî vê nerazîbûnê maşînên zirxî yên leşkerên Tirk ji qereqolê derketin û bi zimanê Erebî anonsa "Birayên me, hûn niha li herêmeke Tirkiyeyê ne, vekişin" ji çeteyan re kirin.
Leşkerên ku bi anonsa "Birayên me" xîtabî dizên wesayîtan çeteyan kirin, Kobaniyên ragirtina xizmên xwe şermezar dikin jî, ji bo belav bibin hişyar dikin.
Aloziya li ber qereqolê û diziya çeteyan a di bin çavdêriya leşkeran de dewam dike.
(rt)
