DAIŞ'ê di bin çavdêriya leşkeran de êrîşî Kobaniyan kirin

14:34

JINHA


RIHA - Çeteyên DAIŞ'ê bi çekên giran êrîşî Kobaniyên li herêma ewlekariya leşkerî ya li ber qereqolê kirin. Leşkeran jî xwe vekişandin nava qereqolê.


Çeteyên DAIŞ'ê yên roj bi roj derbên giran li Kobanê dixwin, di bin çavdêriya leşkeran de êrîşî sîvîlan dikin. Kobaniyên wesayîtên xwe anîn gundê Merdesimbêl ê Kobanê yê 50 metre li rojavayê qereqola leşkerî ya Mert Îsmaîl a li Pirsûsê ye, berî 2 mehan li dû êrîşên çeteyên DAIŞ'ê wesayîtên xwe terikandibûn û derbasî ser xetê bûbûn. Çeteyan piştre bi sedan wesayîtên li vê herêma ewlekariyê ya leşkerî, di bin çavdêra leşkeran de dizî bûn. Li ser vê yekê, welatiyên ku wesayîtên xwe anîbûn gundê Elîşar ê 50 metre li rojhilatê heman qereqolê ye, tevî hemû astengiyên leşker û çeteyan wesayîtên xwe neterikandibûn. Sîvîlên li vê herêmê li ber wesayîtê xwe bûn, gelek caran rastî gef û êrîşên çeteyan hatibûn û leşkeran nedihiştin ku xizmên wan xwarinê ji wan re bibin. Ji wan dihat xwestin ku sînor derbas bikin.


Nêzî 40 çeteyên danê sibê li gundê Elîşarê bicih bûbûn, bi çekên giran êrîşî herêma ewlekariya leşkerî kirin. Nêzî 100 sîvîlên ku destpêkê li ber xwe dan, dûre neçar man xwe li qereqola Mert Îsmaîl bigirin. 2 maşînên zirxî yên leşkerî û qereqola li herêmê, bi tenê li rewşê temaşe kirin. Çeteyên DAIŞ'ê piştî êrîşê li nava wesayîtan bicih bûn. Di vê navberê de maşînên zirxî yên leşkerî jî, li şûna dest li çeteyên êrîşî herêmên wan ên ewlekariyê kirin werdin, xwe vekişandin nava qereqolê.


Tevgera çeteyan a leşkerî ya li nava wesayîtan dewam dike.


Çeteyên DAIŞ'ê beriya niha jî di bin çavdêriya leşkeran de êrîşî wesayîtên li herêma mayinkirî kiribûn û di encamê de li gundê Swêdê 1, li gundê Boydê 4 kes qetil kiribûn. 


(rt)