‘Bila her kes werin Pirsûsê li gelê Kobanê xwedî derkevin’

09:40

 


JINHA


RIHA - Welatiyên Kobanê yên ji be rêrîşên çeteyên DAIŞ'ê cih û warên xwe terk kirin û hatin Pirsûsê di konbajaran dimînin bi taybetî zarok ji aliyê tenduristiyê gelek di bin zehmetiyan dijîn. Ji be ku şertê zivistanê jî her ku diçe dijwar dibe û nexweşî jî her ku diçe li nav welatiyan belav dibe. Endamê SES'ê û TTB'ê doktor Umît Erîş ji Bursayê bi awayekî dildar hatiye Pirsûsê zarokên Kobanêyên nexweş mûayene dike. Umît bang li her kesî kir ku bên Pirsûsê xwedî li Kobanê derkevin.

Welatiyên Kobanê yên ji be rêrîşên çeteyên DAIŞ'ê cih û warên xwe terk kirin û hatin Pirsûsê di konbajaran dimînin bi taybetî zarok ji aliyê tenduristiyê gelek di bin zehmetiyan dijîn. Ji ber ku şert û mercên zivistanê jî her diçe dijwar dibe nexweşî jî her ku diçe bi taybetî di nava zarokan de belav dibe. Ji bo vê pirsgirêkê Komîteya Tenduristiyê ya HDK'ê her tim bangawazî dikin. Li ser vê bangawaziyê Endamê SES'ê û TTB'ê doktor Umît Erîş ji Bursayê bi awayekî dildar hatiye Pirsûsê zarokên Kobanê yên nexweş mûayene dike û li gorî derfetan dibe alîkar. Umît diyar kir ku ji bo bê Kobanê hefteyek destûr xwestiye û di vê destûrê de ji bo alîkariyê hatiye Pirsûsê. 

'Nexweşiyên herî zêde bronşît, zatûre, îshal, enfeksiyonê hene'


Umît destnîşan kir ku ji pirsgirêk û kêmasî li konbajarê Kader Ortakaya zêde ye û wiha got: "Berê gelek rapor hatibûn amade kirin. Min jî van raporan dît û ez hatim Pirsûsê. Bi rastî hatina zivistanê zarok gelek nexweş ketinin. Zêde derfetên me tune ye. Em ewilî li nexweşên rewşa giran dinêrin. Kêmasiya me yê herî mezin aşi ye. Zarok gelek jê bê aşî ne. Divê em vê pirsgirêkê ji holê rakin. Ji ber ku gel ava paqij û xwarina bêtenduristî dixwin û vedixwin her tim nexweş dikevin. Ji ber vê yekê me got bila klorê tevlî avê bikin. Nexweşiyên herî zêde bronşît, zatûre, îshal, enfeksiyon û hwd. hene. Ji be ku di vê kampê de ceryan tune ye niştecihên konbajarê Kader Ortakaya nikarin xwe germ bikin."

'Li mirovahiyê xwedî derkevin'

Umît da zanîn ku şev û roj ji bo welatiyên Kobanê dixebite û wiha axivî: "Ji serî heta binî kêmasî hene. Ji bo ev kêmasî û pirsgirêk bên çareserkirin divê em hemû bixebitin. Tenê ne gelê Pirsûsê, hemû gelê Tirkiyeyê jî ji bo gelê Kobanê seferber bibin. Me di erdhêja Wanê de dît. Mixabin gelê me yê tirk dîsa xwedî li Wanê derneketibûn. Em niha jî dibînin alîkariya welatiyên tirk pir kême. Ev doza mirovatiyê ye, li mirovatiyê xwedî derkevin. Bila her kes li welatiyên Kobanê xwedî derkevin. Dema ez biçim Bursayê ez ê ji hevalên xwe yê doktor vê rewşê bînim ziman û çi ji destên me bê em ê bikin. Di dema borî de hevalêkî min ji Zanîngeha Egeyê hatibû raporek amade kiribû. Bi rasti ez di bin bandoran wê de mam. Min got êdî ez biçim Pirsûsê. Dema ez hatim Pirsûsê min fahm kir ku ez dereng hatime û divê ez zêde werim vir. Ez bangî hemû doktor dikim bila her kes werin Pirsûsê."

(kom/zt)