Ji 4 şivanên çeteyan revandin 3 meh in tu agahî nayê girtin!
09:52
JINHA
RIHA - Ji 4 şivanên çeteyên DAIŞ'ê dema êrîş li Kobanê kirin ji gundê Minazê yê Kobanê revandin tu agahî nayên girtin. Dayika şivanê bi navê Ahmet Enwer a ku piştî êrîşan ji Kobanê hate Pirsûsê Koçer Bozo li benda agahiyeke xweş a Kobanê û zarokê xwe ye.
Dema çeteyên DAIŞ'ê êrîş li Kobanê kirin li gundê Minazê yê li rojavayê Kobanê 4 şivanên bi navê Ahmed Enwer, Îmam Nedîm, Hamed Dewrêş û Mistafa Dewrêş revandin û ji şivanan 3 mehe tu agahî nayên girtin. Dayîka şirvanê bi navê Ahmed Enwer Koçer Bozo diyar kir ku tu agahiyan ji kur û apên wî yê çeteyan bi sedan pez re revandin nagire û li benda agahiyeke baş e.
Kurê xwe dixwaze
Koçer Bozo anî ziman ku ji ber cihê kurê wê birinê nizane tu tiştî nake û wiha got: "Kurê min ê herî mezin Ehmed piştî bavê wî jiyana xwe ji dest da bi şivaniyê derbara me dikir. Çi guneha kurê min hebû revandin? Kurê min Ehmed bi pismanê xwe û du mamên xwe Hemed û Mistafa 3 meh in di destê çeteyên DAIŞ'ê de ne. Hinek dibêjin birin Minbîca û hinek jî dibêjin birin Cerablusê. Her tiştê me pezê me bû. Em pezê xwe dixwazin. Bila zarokên me serbest berbidin. Kurê min êtîm mezin bû. Di nava zor û zehmetiyan de jiya."
Li benda serkeftina Kobanê ne
Koçer Bozo anî ziman ku piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê koçberî Pirsûsê bû û bi 6 zarokên xwe li Konbajarê Suphî Necat Agir Nasli dijî û libenda agahiya serkeftina Kobanê û agahiyeke xweş a zarokên xwe ye û wiha axivî: "Kobanê welatê me ye. Çeteyên DAIŞ'ê heya gundê me hat û zarokên me revandin. Çima kesên sivîl û bêparastin direvînin?"
(zt)

