'Giringiya ku dewlet didin nirxên dîrokî kême'

10:30

 


Ceren Karlıdag / JINHA


İZMİR – Endama Genç- Sen ê Beyaz Coşkunturk diyar kir k udi aliyê çand û dîrokê de Bergama xwediyê cihek giringe, lê giringiya ku dewlet diditê li gorî rola wê ya dîrokî gelek kême.


Li navçeya Bergama ya Îzmîrê Sendîka ya Ciwanên Zanîngeha Egeyê (Genç-Sen) geryanek kirin. Xewendekaran dan zanîn ku divê li çand û dîroka Bergamayê xwedîderkevin. Endama Genç- Sen ê Beyaz Coşkunturk bibîrxist kul i Bergamayê sendîkaya despêkê û nexweşxaneya despêkê hatine avakirin, lê ji ber dewlet lê xwedî derneket perestgehên weke Atîna û Zeus hatin revandin û li Muzeya Berlînê tê girtin.


‘Dewletê ji bo Atîna û Zeus tuştek nekir’


Beyaz destnîşan kir ku ji bo paşde vegerandina perestgehên Atîna û Zeus dewletê tiştek nekiriye.  Beyaz diyar kir ku Seroka şaredara bajarê mezin ya Entepê Fatma Şahîn kêm nirx dide dîroka heyî. Beyaz bal kişand ser axaftina serokomarê tirk Recep Tayyîp Erdogan ya ku dibêje; “ciwanên me hêj nivîsa li ser gorên bapîrê xwe naxwînin” û anî ziman ku bivê yekê dixwaze dersên osmanî bikin weke mecbûriyekê. Beyaz armanca desthilatdariyê a li gorî berjewendiyên xwe û polîtîkayên xwe bikar anîn jî weke hemleyekê binav kir. Beyaz destnîşan kir ku pêwîstiya ciwanan bi fêrbûna çandên cuda û ekolojiyê heye ne bi Osmaniyê.


‘Pêwîstî bi parastina dîrok û xwezayê heye’


Beyaz bal kişand ser berxwedana Geziyê û piştî wêna tevger kirina ji bo ekolojiyê û anî ziman ku ew ê bi vê hesasiyetê biçin Bergama û Efesê jî. Beyaz da zanîn ku dewlet êrîş dike cihên hilberînê û mînaka vê ya herî berbiçav jî Hesenkeyfe. Beyaz bi lêv kir ku di dema berxwedana Geziyê de ji bo xwezaya xwe biparêzin daketine qadan. Beyaz destnîşan kir ku divê ku bi heman hesasiyêtê ji bo ku hevsengiya ekolojiyê xira nebe, xweza û dîrok bêparastin xwedîderkeftin hebe.


(eb)