Îdiaya çeteyên DAIŞ'ê ji leşkeran dikirin

10:33

 


JINHA


RIHA - Ji welatiyên Kobanê Ziyad Osman ê ku dema li ber wesayîtan ên anîn nêzî Qereqola Mert Îsmaîl a li sînor disekînî û rastî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê hat wiha got: "Wesayîteke çeteyn li dûrî wesayîtên me rawestiya û bi erebîn ji me re got, 'Ev wesayît ên me ne. Em ev wesayît ji qereqolê û leşkeran kirin. Ji vir derkevin' û pişt re çûn."

Duh danê nîvro, çeteyên DAIŞ'ê bi çekên giran êrîşî Kobaniyên li ber Qereqola Mert Îsmaîl di wesayîtê xwe de bûn kirin û Kobaniyên li vê herêma di bin kontrola leşkerên tirk de neçar mabûn sînor derbas bikin û xwe li qereqolê bigirin. Ji 55 kesên xwe li qereqolê girtin 53 ji wan yek bi yek wêneyên wan hat kişandin, şopa tiliyên wan hat qeydkirin li wan hat gerîn û serbest hatin berdan, lê belê 2 jê bi îdîaya çek li cem wan heye, hatin binçavkirin. Kobaniyî û xizmên wan ên nexwestin ji herêmê dûr bikevin, bi bombeyên gazê ji aliyê leşkeran ve ji herêmê hatin dûrxistin.

'Çeteyên DAIŞ'ê li qereqolê hene'

Kobaniyên destpêkê rastî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya bi çekên giran hatin û piştre leşkerên tirk bi bombeyên gazê êrîş kirin, li dû serbestberdanê ji ajansa me re axivîn. Kobaniyê bi navê Brahîmê Hemmê yê ji gundê Alîşarê ku niha çeteyên DAIŞ'ê lê ne, anî ziman ku her tim heqaret û sixêf li wan hatiye kirin. Brahîm diyar kir ku ew bûye şahid; leşkerên tirk ji çeteyên DAIŞ'ê yên wesayîtên wan didizin re bi zimanê erebî anonsa "Birayên me hûn niha li herêmeke Tirkiyeyê ne, vekişin" kirine û bi xwe dîtiye ku leşkeran 2 çeteyên DAIŞ'ê bi xwe re birine qereqolê.

2 kes bernedan

Welatiyê bi navê Mistefa Brahîm jî derbarê bûyera duh de wiha got: "DAIŞ'ê êrîşî herêmên wesayîtên me lêbû, kir. Li cem me çek tunebû. Dûre bi wesayîtan hêza alîkar ji wan re hat. Em jî neçar man birevin vê derê. Dema em derbasî vir bûn, em ketin destê leşkerên tirk. Em hemû girtin, li nifûsa me nihêrîn û lêgerîn kirin. Ji ber ku nahêlin xwarin ji me re bê, ev 4 roj in em birçî ne. Li wê derê hînê hevalên me yên birîndar hene." Ebdoyê Reşo jî da xuyakirin ku di dema êrîşên DAIŞ'ê de leşkeran bi taybetî têlên sînor rakirine û ji wan re gotine 'Birevin DAIŞ tê' û got, "Em 55 kes bûn. 2 kes girtî man. Hînê li wir in. Leşkeran ji me re gotin werin qereqolê. Em hatin, li qereqolê li me dan."

Cuma Evdo jî ragihand ku ji ber çek li cem wan tinebû di dema êrîşê de ew neçar man sînor derbas bikin û wiha got: "Leşkerên Tirk jî destekê didin wan. Em li qereqolê girtin û bi vî rengî derfet dan çeteyan ku bi hêsanî mal û milkên me talan bikin."

Leşkeran firotine çeteyan

Welatiyê bi navê Ziyad Osman jî da zanîn ku li hemberî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya bi çekên giran wan bi çekên sivik û biçûk bi qasî nîv saetê li ber xwe dane û leşkeran bi tenê li vê êrîşê temaşe kirine. Ziyad Osman ragihand ku ji berê ve dihat fêmkirin ku êrîşeke bi vî rengî wê rû bide û wiha got: "Beriya çend rojan wesayîtek hat rojavayê herêma wesayît lê ne, ku çeteyên DAIŞ'ê tê de bûn bi zimanê Erebî ji me re gotin, 'Ev wesayît ên me ne. Me ev wesayît ji qereqolê, ji leşkeran kirîn. Ji vir derkevin' û çûn. Ji xwe piştre leşkeran destûr nedan ji me re xwarin bê. Dema me li sedema vê pirsîn, her tim ji me re digotin ji nava wesayîtan derkevin. Armanca wan ew bû ku DAIŞ bi hêsanî karibe wesayîtan bi xwe re bibin, lewma ji me dixwestin em ji wesayîtên xwe biterikînin."

'DAIŞ û leşker birayên hev hin'

Ziyad diyar kir ku wî dîtiye berî çend rojan, leşkeran ji çeteyên DAIŞ'ê yên hewl didan sînor derbas bikin bi ziman ê Erebî gotine "Ey birayên me, ev der axa Tirkiyeyê ye. Vegerin" û got, "Heman tişt berî bi kêliyekê li vir jî kirin. Ev ji xwe bi vî rengî ye. Leşker û DAIŞ birayên ehv in, vê yekê jî di her firsendê de tînin ziman. Ji ber ku derfetên me tineye me nekarî vê bikşînin kamera, bikin belge."

(zt)